Ayşegul Dogan: Heta niha tu geşedaneke nû tune ye 2026-11-05 15:42:15   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ew di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li benda geşedanên nû ne û wiha got: “Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were. Heta niha di vî warî de tu geşedaneke nû tune ye. Lê em li bende ne di demên pêş de li ser vê yekê jî geşedaneke nû bibe. Civak jî li bendê ye.”   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên rojevê li Navenda Giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ew di salvegera darbeya 4ê Mijdara 2016'an li dijî HDPê de ne û wiha got: “Hevserokên me û hevalên me duh li girtîgehên Edîrne, Kandira û Sîncanê bûn. Îro jî hevalên me li ber Wezareta Dadê bûn. Aliyekî me li ber girtîgehan e û aliyekî me jî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li benda gavên şênber in. 4'ê Mijdarê destpêka hedef girtina îradeya siyasî bû. Ji bo wê jî em weke darbeya li dijî siyasetê dibînin. Ew darbe ne tenê tasfiyekirina destkêftiyên siyasî yên gelê Kurd bûn. Di heman demê de firehkirina qada demokrasiyê ya Tirkiyeyê bû. Birêz Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên siyasetmedar bi doza kumpasê ya Kobanê 10 sal in di grtîgehê de ragirtî ne. Hevalên me divê demildest bên berdan. Hûn biryarên Dadgeha Mafê Mirovan pêk naynin. Me fehm kir. Lê çima hûn van dosyayan di îstînafê de dihêlin? Em careke din bang dikin; Divê hevalên me yek deqîqe jî di hundir de nemînin û siyasetmedar, nivîskar û rojnamegeran berdin. Heta ew bê hiqûqî ji holê ranebe demokrasî pêk nayê.”   ‘Aliyên lawaz ên pêvajoyê bi hiqûq û demokrasiyê dikare xurt bibe’   Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan destnîşan kir ku fikarên gel ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rojên dawî de gelek pirs li ser, pêvajo di xitîmîne de ye an na, pirsgirêk û kriz hene an na. Weke DEM Partî di roja destpêke de ji bo van ne diyariyên pêvajoyê me pêşniyar û hişyarî kirin. Niha em di merhaleyeke krîtîk de ne. Piştî qanûna çarçoveyî li benda geşedanên nû bûn. Hem burokrasiya dewletê û hem siyaset berpirsyariya wan hebû. Em jî berpirsyariya wan bi bîr dixînin. Aliyên lawaz ên pêvajoyê bi hiqûq û demokrasiyê dikare xurt bibe. Qanûna çarçoveyî tevî kêmasî û nebesiya girîng bû. Divê em hûn dê çawa piştgiriya pêvajoyê bikin tevbigerin. Divê dev ji gotinên ezber bên berdan û zimanekî nû bê bikaranîn. Em rexneyên xwe ji bo pêşxistina pêvajoyê dikin. Em jî ji hemû rexneyên erênî û ji bo pêşxistinê re amade ne û vekirîne. Di pêvajoyên çareseriyan de dem tiştek jiyanî ye. Ji bo wê divê dem neyê windakirin. Ji bo êşên nû çênebin em neçar in bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Aştiyeke mayindê berpirsyariya me hemûyan e.”   ‘Em li benda geşedanên nû ne’   Ayşegul Dogan da zanîn ku ew li benda geşedanên nû ne û wiha pê dê çû: “Divê desteyên hatine ava kirin dest bi xebatan bikin. Komîsyona li meclisê bên avakirin û gavên pêwist di pêvajoyê de bên avetin. Divê komisyona meclisê dest bi xebatan bike û hewce bike bikare qanûnan çêbike. Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were. Heta niha di vî warî de tu geşedaneke nû tune ye. Lê em li bendê ne di demên pêş de li ser vê yekê jî geşedaneke nû bibe. Civak jî li bendê ye. Divê sepanên qeyûman bi dawî bibin û yên hatinê hilbijartin vegerin ser karê xwe. Divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk werin û ew yek di rapora komisyona meclisê de jî hebû. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Astengiyên li pêşiya mafê xwe îfadekirin û ramanan bê rakirin û hemû kes bikare fikir û ramanên xwe bînê ziman. Ew yek dema sepanên li dijî demokrasiyê bi dawî bibin pêkan e.”   ‘Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan bi cih were’   Ayşegul Dogan bal kişand ser nîqaşên li ser cihê nû yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anîn ziman: “Em li bendê ne di rojên pêş de êdî amadekariyên dawî yên Desteya Aştî û Siyastê ku birêz Ocalan cih digire bi dawî bibe. Divê êdî ew deste bi awayekî çalak dest bi xebatan bike. Piştî xebatên desteyê jî divê hemû alî berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Em derbasbûna cihê nû di girtîgehê de yê birêz Ocalan erênî dibînin lê têr nake. Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan bi cih were. Divê di rojên pêş de rojnameger û hemû beşên civakê bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Jixwe qanûna çarçoveyî vê derfetê dide. Divê êdî ew yek neyê derengxistin. Divê derfetên raste rast hevdîtinên bi birêz Ocalan re pêk were.”   Çalakiya Dayikên Aştiyê   Ayşegul Dogan derbarê çalakiya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê de jî bi lêv kir ku Dayikên Aştiyê dixwazin gavên şênber bên avetin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew ne nobeda destpêke ya dayikan bû lê dixwazin bibe nobeda dawî û êdî aştî pêk were. Me bi dayikan re serdana partiyên siyasî, Wezareta Dadê û Serokê Meclisê kir. Dayik dixwazin êdî tu dayik negirîn û aştî pêk were. Dayik bang li dayikên leşker û polîsan dikin ku ew jî destê xwe bidin destê dayikan û bi hev re daxwaza aştiyê bikin. Divê em dengê dayikan bibihîsin. Partiyên Siyasî, Wezîrê Dadê û Serokê Meclisê bi erênî dayik pêşwazî kirin û daxwazên wan nîşe girtin.”