Ji Çîgdem Kiliçgun li dijî tecrîdê bertek: Parçeyek polîtîka tecrîdê ye

  • 09:06 26 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat-Semiha Alankuş 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku wezîrê Xezîne û Aboriyê welat bi welat digere û li riyên çareseriya krîzê digire û got: “Çareseriya krîzê li vê erdnîgariyê ye. CPT bûye parçeyeke polîtîka tecrîdê ya destilatdariyê.”
 
Di vê beşa duyemîn a hevpeyvîna me ya bi Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, krîza aborî ya li Tirkiyeyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û helwesta CPT’ê axivî.
 
*Tirkiye di krîzek aborî ya giran de ye. Birçîbûn, xizanî, betalî û bihabûn. Hûn dikarin vê hinekî binirxînin?
 
Çavkaniya siyaseta Tirkiyeyê polîtîkayên ewlehiyê û girêdayê vê sanayiya çekan. Hilberîna ÎHD û SÎHA’yan. Di butçeya 2024’an de  butçeyek hatiye parvekirin heye. Trîlyonek û 133 mîlyar butçe ji polîtîkayên ewlehiyê re hatiye veqetandin. Lêçûna saetê ya F16 22 hezar dolar e. Mûçeyê asgarî 17 hezar e. Di navberê de 41 qat ferq heye. Sedema krîza aboarî ya li Tirkiyeyê polîtîkayên şer in. Her kes dizane lê divê zêdetir deng bê derxistin. Têkoşîna gelê Kurd, siyaseta Kurd ji bo aştiyê di hewldanan de ye. Ev hewldan îro zêdetir bûye civakî. Wateyên têgehên teror û ewlehiya sînor nameya. Her kes xizaniyê dijî. Kurdistan vê hîn bêtir giran dijî. Wezîrê Xezîne û Aboriyê Mehmet Şîmşek ji Êlihê ye. Welat bi welat digere û rê li çareseriya krîzê digire. Lê çareseriya krîzê li ser vê erdnîgariyê ye. Divê demildest dest ji polîtîkayên şer bên berdan.
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya 2019’an a bi parêzeran re de got ‘werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez di hefteyekê de rewşa pevçûnê ji holê rabikim. Ez çareser dikim ji bo çarseriyê amade me. Lê divê dewlet jî tiştên pêwist bike.’ Di vî alî de hûn der barê nêzîkatî û perspektîfa Abdullah Ocalan de çi dibêjin?
 
Dîrokek sedsalîya înkarê heye. Netew dewlet her cara tengezar dibe komkujiyan dike. Komkujiya Dêrsîm, Zîlan, Gazî, Madimak. Netew dewlet di heman demê de her tim di krîzekê de ye. AKP û MHP yên vê dimeşînin krîza vê dijîn. Konsepta şer jî ji vê serbixwe nîne. Her cureyê şer hat ceribandin. Her cureyê komkujiyan hatin jiyîn. Di navbera 2013-2015’an de pêvajoya çareseriyê hat jiyîn. Mutabakata Dolmabahçeyê ji 10 xalan pêk dihat. Çibûn ev xal: Ji bo ji krîza netew dewletan bê derketin behsa veguhestina demokrasiyê dihat kirin. Mafê Kurdan bikevin bin ewlehiyê. Krîzên aborî bên çareserkirin. Şerta xweseriyê ya rêveberiyên herêmî bên cih. Newekheviya li hember jinan ji holê bê rakirin. Vê ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît û hat qaebûlkirin. Piştî mehekê serokomar got mutabakatek wisa tune ye. Ji ber vê Birêz Ocalan ji bo ev her yek bikevin jiyanê  israra xwe domand. Em bi baweriya têkoşîna aliyên civakî wê rola birêz Ocalan bi bîr bixin û ji bo şertê azadiya Ocalan pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
*Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan di meha 41’emîn de ye. Di rojên borî de di hevdîtina bi rayedarê CPT'yê re hatiye kirin de, pirsên der barê tecrîdê de bê bersiv hatin hiştin. CPT’yê rapora der barê Azerbaycanê de aşkera kirin. Hûn der barê vê de çi dibêjin?
 
CPT li gorî armanca avakirin û berpirsiyariya xwe tevnagere. 25 sal in li Îmraliyê tecrîd didome. Ev tecrîd tenê bi AKP-MHP’ê nikare bê vegotin. AKP gardiyaniya Îmraliyê dike. Birêz Ocalan bi komployê anîn Tirkiyeyê. Dema nû anîn rayedarên dewletê gotin ‘em jî nizanin çi bikin’.  Birêz Ocalan wê demê got ‘Tirkiye wek alav dîtin û ez jî wek goga agir avêtimê. Pirsgirêka Kurd îro veguheriye pirsgirêka neteweyî. CPT bûye parçeyeke polîtîka tecrîdê ya desthilatdariyê. Di vî alî de tiştên li Îmraliyê tên jiyîn bi zexta zîhniyeta dewletê tê kirin.
 
*Pirsgirêka qeyûman heye. Berê jî tayînê şaredariyên DBP, HDP’ê û niha jî DEM Partiyê hat kirin.  Ewil Wan û piştre jî Colemêrg. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Dema em çûn hilbijartinan me ev tenê bi serkeftinê negirt dest. Hedefa me bêguman girtina şaredariyan bû lê ji ser qeyûman polîtîkaya şerê taybet hat pêşxistin. Hemû pergala demokratîk serobino bû. Saetek beriya ku hevşaredarên Cizîrê mazbatayên xwe bigirin, qeyûman 30 mîyon TL xerc kiribûn. Em dizanin ev pere çû ku derê. Her kesî ev diziya wan nelêrêtiyan wan dîtiye. AKP ji bo li Kurdistanê hebûna xwe bidomîne, serî li her rê dide. Tişta ku Kurd pê re rû bi rû ne tenê AKP ye, zîhniyeta dewletê ye. Qeyûm ewil tayînê Wanê kirin. Lê di encama têkoşîna gel de şûnde hat girtin. Piştre tayînê Colemêrgê kir. Ji bo van tayînkirinan kilifên cuda dibînin. Em têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman dimeşînin. Bi destê qeyûman gelek nelêrêtî hatin kirin. Li dora AKP’ê ekîbeke her tim dixwe heye. Lê me bi sekna xwe nîşan da ku em dikarin qeyûman têk bibin. 
 
*Sekna jinan a li dijî qeyûm çawa bû?
 
Siyaseta dewletê siyaseteke ku jin tê de tune ne. Dema em siyaseta demokratîk dikin, em dibêjin ku qada têkoşînê ya em reng tevli siyaseta wê dikin qada têkoşîna me ye. Di dema AKP’ê de tundiya li ser jinan zêde bû. Qetilkirinên jinan zêde bûn. Di dema AKP’ê de 7 hezar jin hatine qetilkirin. Bêguman ev hejmar hîn bêtir zêde ye.  Israra partiya me ya di rêveberiyên herîmî de herî zêde ji bo destkeftiyên jinan bû. Mekanîzmayeke ku gotina xwe digot hebû. Lê bi tayînkirina qeyûman re ev mekanîzma hatin rakirin. Navendên ciwanan hatin rakirin. Kreşên bi zimanê dayikê perwerde didan hatin girtin. Peywira me ya herî mezin xurtkirina rêveberiyên herêmî ya li dijî vê ye.
 
*Di demên dawî de li Kurdistanê Hîzbullah di rojevê de ye û êrîş pêk tên. Gel di hedefê de ye, jin di hedefê de ne, li sîteyan li kafeyan...
 
Piştî hilbijartinên 2015’an şûnde AKP tenê ma. Di wan hilbijartinan de hemû partî bi tifaqan ketin hilbijartinan. Ji bo vê windabûna xwînê çareser bikin hewce bi hinek hêzan dibînin. Wan Kurdên têkoşîna hebûnê dida têk nebirin. Di vir de wê çi bi kar bianiya. Hêzên Hîzbulkontra yanî HUDA PAR yên ku dijminê jin û Kurdane xist dewrê. Gelê Amedê gelê Kurd nû ev hêz nas nekirine. Em ê rê nedin wan. 
 
*Li dijî van tiştên tên jiyîn divê civak bi taybet jin çi bikin?
 
Li dijî  siyaseta şer, li dijî hemû pêkanînan têkoşînek jinan heye. Bi taybet divê jin û ciwan li dijî polîtîkayên şer têkoşîna xwe mezin bikin. Divê li dijî fuhuş û hişbirê yên parçeyên polîtîkayên şer in, têkoşîn bê dayîn. Em wek  DBP li dijî vê li gund û navçeyan bi hevalên xwe yên jin yên partiyî re xebatan dimeşînin. Divê hişmendî û rêxistinkirin bê kirin. Li dijî polîtîkayên şer hewce bi platformekê heye. Em di hewldana vê de ne. Jin ji bo vê amade ne. Ji bo vê divê hêzek pêşeng hebe. Em dikarin hemû bi hev re vê bimeşînin.