Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne

  • 15:55 11 Kanûn 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît kesên di encama êrişên SÎHA’yan ên dewleta tirk de hatin qetilkirin xist rojeva Meclisê û bertek nîşanî polîtîkaya AKP’ê ya Sûriyeyê da.
 
Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2025’an ên li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di dema hevdîtinan de axivî û got ku HTŞ ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê ve weke “rêxistina terorê” tê dîtin lê belê li dijî komkujiyên HTŞ’ê bêdengiyek heye. Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser dîmenên komkujiyan û wiha got: “Duh çendek dîmen hatin parvekirin, li herêmên Elewî û Kurdan komkujiyên cidî hene. Êrişên li dijî Kurdan bi destê SMO’yê tên kirin. Li nexweşxaneyeke Minbicê çeteyên SMO’yê birîndar înfaz kirin.”
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Li gelek herêman bi SÎHA’yan êriş tên kirin. Li Eyn Îsayê 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan zarok bûn. Di êrişên bi SÎHA’yan ên li dijî Kobanê de 2 kes birîndar bûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 2’yê Kanûnê de li ser rêya Qamişlo-Hesekê wesayîteke sivîlan hedef hate girtin û sivîlekî jiyana xwe ji dest da. Di 9’ê Kanûnê de li Kobanê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa 10’ê Kanûnê ya li dijî Eyn Îsayê de 8 kes birîndar bûn û 15 leşkerên rejîmê hatin qetilkirin.”
 
'Çete qetliaman dikin’
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi domdarî gotina Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan a “Li Sûriyeyê tenê kurd najîn” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Sûriyeyê gelek gel û bawerî dijîn. Niha xetere li ser jiyana tevan jî heye. Binêrin, ev selefî û olperest e, ev çeteyên cîhadîst niha li taxan Elewiyan qetil dikin, burokratên dibêjin têkiliya wan bi rejîmê re heye qetil dikin. Li naverasta kolanan dîmenên mirovahî jê şerm bike tên. Kesên ben xistine stûyê wan li kolanan tên kaşkirin. Em jî dipirsin; Tirkiyeyê HTŞ weke rêxistina terorê ragihandibû. Wê demê çima li hemberî HTŞ a Hums, Hema heta Şamê bi dest xistî yek gotinê nake? Çima yek tiştekî nabêje lê ji serê sibehê heta êvarê Kobanê bombebaran dike, Qamişloyê, Hesekê û Kurdan bombebaran dike? Tirkiye piştgiriyê dide rêxistinên terorê lê Kurdan û Elewiyan bombebaran dike.”