Li Îzmîrê pankarta 'Ji qeyûman re na' hat vekirin 2024-11-04 18:56:11   ÎZMÎR - Rêxistina bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê ji ber qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xalfetî hatin kirin pankarta “Şaredarî yên me ne, ji qeyûman re na” li avahiya partiyê daliqandin.   Bi talîmatên Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xalfetiyê hatin kirin. Tayînkirina qeyûman li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê hate protestokirin. Rêxistina bajarê Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi hinceta qeyûm tayînî 3 bajaran hatin kirin pankarta "Şaredarî yên me ne, ji qeyûman re na" li avahiya partiyê daliqandin.   Li ser banga Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê, li dijî tayînkirina qeyûman li şaredariyan wê saet di 19.00'an de li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.