Li Şemrexê li dijî qeyûman meş 2024-11-12 22:01:56   MÊRDÎN - Çalakiyên li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xalfetî tên kirin, dewam dikin. Li ser banga DEM Partiyê welatiyên li Şemrexê hatin cem hev û meşek meşaleyî li dar xistin.   Çalakiyên li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê îro jî dewam kirin. Li ser banga Partiya DEM Partiyê welatiyên li Şemrexê hatin cem hev û meşek meşaleyî li dar xistin. Girseya ku di nav de parlamenter Kamûran Tanhan, Salîha Aydenîz û Mehmet Rûştû Tiryakî û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî di nav de bûn, heta Qada Şemrexê meşiyan.   Girseyê bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Na ji qeyûm re, rêz li îradeyê re" berz kirin û govend gerandin.   Meş piştî axaftinan bi dawî bû.