Yekitiya Jinên Elewî: Werin em li dijî tundiyê bi hev re têbikoşin 2024-11-20 21:35:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD)  bang li her kesî, sazî û her beşên civakê kir ku li dijî tundiya li ser jinan di nava piştevaniyê de bin.YJAD’ê bang kir ku bila her kes li dijî tundiyê bi hev re têbikoşe.   Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyekî nivîskî da.   YJAD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Her sal 25’ê Mijdarê ji bo li tevahiya cîhanê tundiya li dijî jinê bi dawî bibe û ji bo parastina mafên jinan weke “Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî” tê bibîranîn.Tundiya li dijî jinê xwe bi fîzîkî, derûnî, aborî û zayendî dide der û ji kûr ve bandor li her beşê civakê dike.Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê her sê jinan yek di jiyana xwe de herî kêm careke rastî tundiyê hatiye.Hemû bûyerên tundiyê yên li cîhanê nîşan didin ku nêzîkatiya li jinan asta pêşketina civakan bi eşkere derdixe holê. Ev rewş bi zelalî derdixe holê ku divê hemû dewlet, komên polîtîk, hemû gel, saziyên baweriyê û kes berpirsyariya hevpar bigirin.”   ‘Em dikarin bi hev re pêşî li tundiyê bigirin’   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê em weke kes û sazî li dijî tundiya li ser jinan, qirkirin û mêtîngeriyê rêgeza “bê tehemiliyê” bipejirînin; bi perspektîfa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo parastina mafên jinan û pêkanîna wekhevî, edalet û azadiyê gavên bibiryar bavêjin.Di vê çarçoveyê de divê vesazkirinên qanûnî bên xurtkirin, xebatên perwerdehiyê bên zêdekirin, piştgirî li rêxistinên sivîl bên kirin û hişyariya civakî bê mezinkirin.Mafê me hemûyan e ku em di nava civakeke ku rêzê li mafên bingehîn ên mirovan digre û li dijî cihêkarî û tundiyê radibe bijîn. Bi vê boneyê em bang li her kesî, sazî û her beşên civakê dikin ku li dijî tundiya li ser jinê di nava piştevaniyê de bin.Em ji bîr nekin ku bêdengiya li hemberî tundiyê jî sûc e. Em dikarin bi têkoşîna bi hev re tundiyê rawestînin.”