Çalakiyên 25'ê Mijdarê 2024-11-21 14:02:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de jinan banga têkoşîna hevpar kirin.   Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jinan bi çalakiyên cuda 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin û bal dikişînin ser têkoşîna hevpar a jinan.    Amed   Serdana goristanan hat kirin     Tevgera Jinen Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezana Amedê gora jinên hatin qetilkirin û endama YJA Starê Delal Amed ziyaret kir. Dema aktîvîstên TJA'yê beşdarî bîranînê bûn, di serdanê de deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê jinan Meryem Soylu axîvî û got: "Em dibêjin şehîd namirin. Şehîdên me ji bo gelê xwe canê xwe feda dikin. Şehîd û jinên me rûmeta me ne. Jin her roj tên qetilkirin û şehîdkirin. Em vê zilma li jinan tê kirin qebûl nakin. Em di şexsê Delal Amed de hemû jinên şehîd û jinên hatine qetilkirin bi bîr tînin."   Semîner hatin lidarxistin   Ji aliyê Muduriyeta Jinan a Şaredariya Peyasê, di çarçoveya Çalakiyên 25'ê Midarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Naveneteweyî de, bi dirûşma "Gotina me neqediya ye", "Em ê tundiyê bi dawî bikin" li çar cihan smîner hatin destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de li Taxa 500 evler, Huzur Evlerî, Çarşiya Keda Jinê û li avahiya şaredariyê ya xizmetguzariyê smînerên bi sernavê "Tundiya li ser jinê û qanûna 6284"  semîner hatin lidarxistin.   Li Farqînê banga tevlîbûna mîtîngê      Li gundê Silokê ya Farqîna Amedê bi pêşengiya TJA'yê hevdîtina jinan pêk hat. Di hevdîtinê de jinan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser felsefeya "Jin jiyan azadî" ya Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan. Sultan Yaray, di hevdîtinê de bang li jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de tevlî mîtîngê bibin.    Wan   Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li ber Girtîgeha Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê. MEBYA-DER, TUHAY'DER, rêxistinên DBP, DEM Partî yên navçe û bajêr, parlamenter Gulderen Varli di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî tecrîd û şîdeta li girtîgehan, jin, jiyan, azadî" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka DEM Partî ya Rêya Armûşê Nurhayat Polat ve hat xwendin. Nurhayat Polat wiha axivî: "Ji vir em berxwedana hemû hevalên xwe yên jin ên li girtîgehan li ber xwe didin silav dikin. Bi hezaran sal e em bêdeng namînin, îro jî bêdeng namînin û ji niha û pê ve jî weke jinên cîhanê em ê hêrsa xwe bi cudahî û tecrûbeyên xwe yên têkoşînê bilind bikin. Jiyana azad wê bi jina azad pêk were û civaka azad jî bi têkoşîna hevpar a jinan bê avakirin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   Mêrsîn   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a Mêrsînê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Taxa Karaduvarê ya navçeya Akdenîzê bi jinên kedkarên çandiniyê re civiya. Di çalakiya ku Parlamentera DEM Partî ya Mêrsînê Perîhan Koca û endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê jî beşdar bûn. Derbarê girîngiya 25'ê Mijdarê de agahî hatin dayîn. Di serdanê de banga tevlîbûna meşa ku dê di 25'ê Mijdarê de li kolana Kushimato di saet 19.00'an de bê lidarxistin hat kirin.    Serdan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   Edene   Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Edeneyê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Parka Înonû stand vekir. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçak û endamên KESK'ê jî serdana standê kirin. Jinan li welatiyan belavok belav kirin û ji bo meşa ku dê êvara 25'ê Mijdarê saet di 18:00 de ji Qada Ûgûr Mumcu heta Parka Ataturkê li dar bixin banga tevlîbûnê kirin.   Erzirom   TJA'yê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Erziromê "Atolyeya Zayendî" li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî çalakiya li avahiya Rêxistina DEM’ê ya Erziromê hat lidarxistin bûn.  Aktîvîsta TJA'yê Aynur Sarica bal kişand ser rolên zayendî û zîhniyeta desthilatdariyê vegot. Di rûniştina dawî ya komxebatê de ku piştî nîqaşan weke platformeke vekirî dewam kir.   Şirnex   Li Şirnexê ji aliyê Şaredariya Silopiya ve bi boneya 25'ê Mijdarê panelek li dar xist. Siyasetmedar Çaglar Demîrel û Parêzer Elîf Tirenç Îpek wek qiseker beşdarî panela bi navê "Em dest ji can û mafên xwe bernadin" ku li Salona Konferansê ya Şaredariya Silopiyayê hat lidarxistin bûn. Di panelê de jinan bal kişand ser têkoşîna jinan û li dijî şîdetê.