Li Wanê ‘Navenda Jinan a Çil Kezî’ hat vekirin 2024-11-21 18:29:17   WAN - Ji aliyê şaredariya Armûşê ve di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ‘Navenda Piştevaniya Jinan a Çil Kezî’ hat vekirin.   Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî ‘Navenda Piştevaniya Jinan a Çil Kezî’ vekir. Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli, hevşaredarên bajarê mezin yên WAnê, hevşardarên navçeyên Wanê û endamên meclîsên şaredariyan, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DEM Partî Û DBP’ê û dayikên aştiyê, gelek jin tevli bûn.   Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurd axivî û da zanîn k udi van rojên ku tundiya li ser jinan zêde bûye de xebatên bi vî rengî gelek girîngin û got wê li dijî tundî û êrîşa li ser jinan têkoşînê mezin bikin.   Hevşaredarê Rêya Armûşê Canan Uzunay jî axivî û got ji 25’ê mijdarê re demek kurt maye û balkişand ser tundiya lis er jinan. Canan Uzunay got bila Navenda Çil Kezî li hemû jinan pîroz be.   Parlamenter Gulderen Varli jî balkişand ser tayînkirina qeyûman û got qeyûm bi awayekî dijhiqûqî hatine tayînkirin. Gulderengê got desthilatdariyê di 22 salan de jin ji her qadê vekişandiye.   Piştî axaftinan Navenda Çil Kezî bi tilîlî û çepikan hat vekirin.