'Jin jiyan azadî' li her derê deng veda 2024-11-24 14:57:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin de dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li gelek cihan çalakî û çalakî hatin lidarxistin.   Amed   Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de, bi pêşengiya Koma Bisiklêtan a Jinan a Amedê tûra duçerxeyê hat organîzekirin. Jinên li ber Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê ya Amedê (Egîtîm – Sen) a navçeya Peyasê hatin cem hev pankarta "Destê xwe ji keda min, nasnameya min û bedena min dûr bigirin" vekirin.   Berdevka Koma Bisiklêtan a Jinan a Amedê Kadriye Kaya, diyar kir ku bi saya tecrubeyên têkoşînê û hewldanên jinan felsefeya "Jin, jiyan, azadî" li hemû cîhanê deng veda û li qadan deng veda.   Piştî daxuyaniyê jinan ji Peyasê heta Parka Koşuyoluyê bi duçerxeyên xwe yên bi nivîsa "Em ti carî serî netewand" pedal ba dan.      Yenişehir    Li Amedê siyasetmedarên mêr û gelek mêran bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê li dijî zîhniyeta mêrane û zîhniyeta qedexeker her tim bibêjin "Jin jiyan azadî."    Bi pêşengiya rêveberên mêr ên rêxistinên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê bi beşdariya gelek mêran bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li ber AZC Plaza semta Ofîsê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn, Hevserokê DBP'a Amedê Şîrîn Gurbuz, hevşaredarên zilam ên navçeyên Amedê û gelek mêr tev li daxuyaniyê bûn.      Polîsan wêneyê Nagihan Akarsel desteser kirin   Beriya daxuyaniyê polîsan hemû dowîzên hatibûn amadekirin kontrol kirin. Yek bi yek xistin ber lêpirsînê. Polîsan wêneyê rojnamevan-akademîsyen Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Hevrîn Xelef a li rojavayê Kurdistanê hat qetilkirin desteserkirin. Piştî lêkolînê polîsan wêneyê Nagihan Akarsel desteser kir û wêneyê Hevrîn Xelef paş de dan rêveberan. Rojnamevan Bîlal Guldem kêliya ku desteserkirina wêneyan dikişand ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Kêliyek kurt di navbera rojnamevanan û polîsan de rageşî pêk hat.    Mêran gotin Jin jiyan azadî    Piştre mêr li hev kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Jin jiyan e, zîhniyet mêrane li dijî jiyanê xiyanet e" vekirin. Di çalakiyê de bênavber bi dengekî bilind dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn daxuyanî da. Abbas Şahîn destnîşan kir ku ew ê her dem li dijî tundî û kuştinên jinan derkevin û bi jinan re li dijî tundiyê têbikoşin.    Abbas Şahîn anî ziman ku ew biryara qedexekirina "Jin jiyan azadî" ya ji aliyê Walîtiya Amedê ve nas nekin û her tim li dijî zîhniyeta mêrane ku tundiyê dike û zîhniyeta qedexeker bêjin "Jin jiyan azadî."    Riha   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Meclîsa Jinan a Dîlokê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlok û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê,  di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çûn ser dana nobeta Xelfetiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman.    Jin li avahiya navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê li hev civiyan û li wir daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Hevşaredarên Şaredariya Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.   Hevseroka Herêma Dîlokê ya DEM Partiyê Zozan Ayhan ku di daxuyaniya ku pankarta "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" hat vekirin de axivî wiha got, "Em dixwazin bijîn, neyên kuştin. Em dixwazin li ber xwe bidin û bijîn. Hûn ê nikaribin me ji têkoşîna me ya bi rûmet bi qeyûman, îxrackirin, girtin û binçavkirinan dûr bixin. Em ê bi vî dengî dengê xwe bilind bikin.   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû, jinan ber bi avahiya şaredariyê ya ku hatibû dorpêçkirin dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de jinan bê navber siloganên "Jin jiyan azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.   Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî daxuyanî da û got, "Em tu carî dest ji mafên xwe bernadin."   Hevşaredarê Xelfetî Mehmet Karayilan jî bal kişand ser dirûşma "Jin jiyan azadî" û got, "Ev ne tenê dirûşme, rêgeza jiyanê û rêxistinbûnê ye."   Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.   Stenbol   Komeleya Lêkolînên Kurdî bi dirûşmeya “Ber bi 25’ê Mijdarê ve” li avahiya komeleyê ya Fatîhê semînerek bi navê “Em şîdetê çawa pênase dikin” û atolyeya “Keda Destan” li dar xist.    Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de gelek kes bi eleqedar beşdarî semînera hişyarkirina tundiyê û atolyeya keda destan bûn. Şêwirmenda Psîkolojiyê Esra Kahraman komxebat pêk anî.   Her kesên beşdarî komxebatê bûn yek bi yek xwe dan nasîn. Esra Kahraman, diyar kir ku tundiya li ser jinê li hemû civakê belav bûye û diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên tundiyê her ku diçe zêde dibe.   Hêza dermankirin û afirandinê ya hunerê   Piştî semînerê jinan bi hev re atolyeya hunera destan li dar xistin. Melek Komurcu atolye bi rê ve bir. Jinan li vir tevnên bi sembolên gelêrî yên Kurdî, Şahmeran, Tawûs, Zend Avesta û motîfên xalîçeyên kevneşopî çêkirin.    Piştre çalakî bi dawî bû.