Seyran Husrevî hat binçavkirin 2024-11-25 12:45:50       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, hêzên Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jinek çalakvan a bi navê Seyran Xesrewî binçavkirin û birin cihekî nediyar.   Li gor agahiyên ku Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belav kiriye, jina çalakvan a bi navê Seyran Xesrewî ya xelkê bajarê Sine ye, ji aliyê hêzên Îtaleta Îranê ve hatiye binçavkirin û çarenûsa wê nayê zanîn.   Hat gotin ku di dema binçavkirinê de hêzên rejîmê bi ser mala wê de girtine, gef lê xwarine û bêy ku belgeyek yasayî ya ji bo binçavkirinê nîşandin, ew li gel xwe de birine.