‘Jinên ji aliyê Israîlê ve tên binçavkirin bi binpêkirinên cidî re tên rû hev’ 2024-11-25 19:02:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Cemiyeta Dilgirtiyan a Fîlîstînê, diyar kir ku ji 7’ê cotmeha 2023’an het aniha li Şerîa Rojava û Rojhilatê Kudusê 543 jinên Fîlîstînî hatine binçavkirin û wiha got: “Bi binçavkirinan re êrîşên zayendî jî têde, gele jin bi binpêkirinên mafan yên cidî re hatine rû hev.”   Cemiyeta Dîlgirtiyan a Fîlîstînê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî  Tundiya li hember Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek der barê rewşa jinên girtî yên li girtîgeha Israîlê de dan.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji 7’ê cotmeha 2023’an het aniha li Şerîa Rojava û Rojhilatê Kudusê 543 jinên Fîlîstînî hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku der barê jinên Fîlîstînê yên hatine binçavkirin de daneyek zelal tuneye û hinek jin hatine berdan lê li kampên Israîlê tên girtin an jî tên windakirin.   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin niha 94 jin binçavan de ji van 4 heb ji Şerîda Gazeyê ne.Her wiha hat gotin ji van 31 heb girtiyên îdarî, 33 dayik, 25 heb xwendekarên zanîngehê, 6 heb rojnameger û 2 jî parêzerin.   Di dawiya daxuyaniyê de hat daxuyandin ku kesên binçavan de êrîşa zayendî jî tê de bi binpêkirinên mafan yên cidî re tên rû hev.