Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava: Em ê bi hev re jiyaneke bê tundî ava bikin 2024-11-26 14:29:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava diyar kir ku ji destpêka dîrokê heta niha dewletên desthildar her xwestine mafê jinan bin pê bikin, lê îro jin bi rêya felsefe û zanistê jiyaneke bê tundî ava bikin.   Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna xwenekar û mamosteyan hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Arîn Mihemed ve hate xwendin.   Arîn Mihemed di daxuyaniyê de wiha hat got: "Ji sedan salan ve heta roja îro dewletên desthilatdar, hegemon, ên xwedî zîhniyeta zayendperest her xwestine jinan bê bandor û tune bihêlin, mafên wan bin pê bikin. Em ê di bin felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' de xwe diparêzin û têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di her roj û kêliyê de li ser piyan bin.”   Arîn Mihemed destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe rêxistinên jinan hemû li gel hev kom kirin û wiha bi lêv kir: "Jinên kurd di qadên siyasî, perwerde û ji bo pêşxistina civakê gelek xebatan didin meşandin. Xebatê wan li cîhanê deng veda û bala her kesî kişand. We deng li cihanê vedane û bala her kesf li ser xwe dikişîne. Armanca bingehîn ew e ku em têkoşîna xwe bidomînin.”   Arîn Mihemed diyar kir ku jin li ku devera cîhanê bibe bila bibe, ger rastî tundiyê bê em piştgiriya wê dikin. Banga me banga azadiya jinên ji pêkhateya ereb, ermen, suryan, elman, efgan, hindistan û hemû jinên cîhanê ye.   Arîn Mihemd da zanîn ku ew bi hev re an ku hemû endamên zanîngehê ji bo avakirina hişmendiyeke wekhev û azad têkoşîna xwe bilind bikin. Di rêya felesfe û zanistê de em jiyaneke bê tundî û desthilatdarî ava bikin.