Jinên ku li qadan dengê xwe bilind kirin: Jin jiyan azadî 2024-11-28 09:02:40   Neslîhan Kardaş    WAN - Jinên li qada meşa 25’ê Mijdarê der barê hewldana qedexekirina dirûşma ‘jin jiyan azadî’ de ji mîkrofonên me re axivîn û diyar kirin ku tu girîngiya qedexeyê tune ye û wiha gotina: “Heta em hebin wê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ hebe. Zîhniyeta serdest ji wateya ‘jin jiyan azadî’ ditirse. Ji Arjantînê heta Hîndîstanê ji Hîndîstanê heta Îranê ‘jin jiyan azadî’ li ser zimanê jinê ye.”   Di 23’yê Mijdarê de beriya ku jin li ser Pira Dehderî ya Amedê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bernameya xwe pêk bînin, polîsên şaxa ewlehiya girêdayê Midûriyeta Emniyeta Amedê li jinan geriyan û gotin ji aliyê Walîtiya Amedê de dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ hatiye qedexekirin. Der barê mijarê de belgeya fermî nehat şandin û jinan jî di seranserê çalakiya xwe de bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ berteka xwe nîşandan.    Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Wanê pêk hat de jinan li dijî qedexeyê bi yek dengî ‘jin jiyan azadî’ qîriyan û ligel vê balkişandin ser polîtîkayên tecrîdê. Jinên ji qada 25’ê Mijdarê ji mîkrofonên me re axivcîn diyar kirin ku qedexekirina ‘jin jiyan azadî’ ji bo wan tu wateya wê tune ye.   ‘Felsefeya jin jiyan azadî tundiya mêr teşhîr dike’   Ayşe Ergun da zanîn ku felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li her derê cîhanê belav bûye û ev rewş zîhniyeta serdest nerehet dike. Ayşe Ergun wiha dirêjî dayê: “Em dinêrin tundiyeke mêr ya hezar salî heye. Dirûşmeya jinê vê tundiyê diçewisîne. Heman demê de ‘jin jiyan azadî’ tundiya mêr teşhîr dike û ev jî mêr nerehet dike. Lê em ê li qadan vê felsefeyê bidin jiyîn û dirûşmeyê mezin bikin.”   ‘Em ê dest ji dirûşma jin jiyan azadî bernedin’   Jina bi navê Fatma Arslan jî daxuyakirin ku ‘Jin jiyan azadî’ rastiya jinane û qada ku jin xwe heyî dike ye. Fatma Arslan wiha vegot: “Jin jiyan azadî hem bi pratîk hem bi gotinê li cîhanê ji jinan re bûye rê.Ez vê mantiqa qedexeyê fêm nakim. Em dest ji ‘jin jiyan azadî’ bernadin. Heta ku hemû jin tevli têkoşînê nebin em ê têkoşîn xwe bidomînin.”   ‘Heta em hebin wê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ hebe’   Leyla Çelîk jî destnîşan kir ku ‘jin jiyan azadî’ felsefeya jiyanê ye û wiha bi lêv kir: “Ev ji bo me ne tenê dirûşmeye. Teşeyê jiyanê ye. Ji ber vê ez qedexekirina wê rast nabînim. Ev darbeye û em qebûl nakin. Heta ku em hebin wê felsefeya jin jiyan azadî jî hebe.   Şengul Acîl jî wiha got: “Çi dikin bila bikin, wê nikaribin me têk bibin. Jin jiyan azadî, felsefeya me ye. Em dest jê bernadin. Tevî zextan wê nikaribin me têk bibin.”   ‘Girîngiya qedexeyan tune ye’   Rabîa Çakir jî bi lêv kir tu girîngiya qedexeya dirûşma ‘jin jiyan azadî’ tune ye û wiha dirêjî dayê: “Me dengê xwe daye bihistin. Bi înat em ê xurt bibin. Em têk naçin û em pir xurtin.”   Mizgîn Arvas jî anî ziman ku wê jin her tim ‘jin jiyan azadî’ bidomînin û wiha vegot: “Zîhniyeta mêr ji wateya ‘jin jiyan azadî’ ditirse. Desthilatdarî dizane ku jin çiqas xurtin. Em vê şermezar dikin."   Zeynep Tagtekîn jî diyar kir ku ‘jin jiyan azadî’ sembola têkoşînê ya jinane û wiha bi lêv kir: “Ji Arjantînê heta Hîndîstanê ji Hîndîstanê heta Îranê ‘jin jiyan azadî’ li ser zimanê jinan e.Vê desthilatdariyê bi qedexeya dirûşmeyê nîşan daye ku ji jinan ji hêza jinan ditirse.”