Li Almanyayê polîtîkaya darvekirinê ya Îranê hat şermezarkirin 2024-11-30 22:08:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayên darvekirinê yên Îranê ên jinan tên birîn, ji aliyê endamên Komîteya Solidaritat û Meclîsa Jinê ya Nûda ya Freiburgê ve hatin şermezarkirin.   Komîteya Solidaritat û Meclîsa Jinê ya Nûda li ber Zanîngeha Freiburg ê Almanyayê cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê li jinan biriye şermezar kirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û polîtîkayên dewleta Îranê yên bi qirkirina jinan re hewl dide têkoşîna bitepisîne hatin eşkerekirin.   Çalakvanên pankarta “Bi Jin Jiyan Azadî re Şoreşa Jinê" vekirin. kesên li derdorê eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan.