Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordû: Em serî natewînin! 2024-12-01 09:41:15     Gulîstan Gulmuş   DÊRSİM - Parlamentera DEM Pariyê ya Dêrsimê Ayten Kordû ya ku derbarê Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û hat girtin de nirxandin kir got, "Em van polîtîkayên li dijî tekoşîna xwe ya jinê û ya giştî qebûl nakin, em serî natewînin. Dê li ser vê erdnîgariyêa têkoşîna wekhevî û azadiyê bidome."   Piştî ku di 25'ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, li bajêr çalakî hatin destpêkirin. Di vê pêvajoya çalakiyan de ku gel li vîna xwe xwedî derket, 9 kes hatin girtin. Di nava kesên hatin girtin de hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin jî heye.    Bîrsen Orhan ewil di 24'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin. Bîrsen Orhan a ku sewqî dadgehê hat kirin, bi hinceta Qanûna Bingehîn a bi hejmara 2911'an cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derve lê hat birîn. Lê di sibeha 30'ê Mijdarê de Bîrsen Orhan vê carê jî bi heman hincetê hate girtin.   Piştî girtina Bîrsen Orhan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordu derbarê geşedanan de nirxandin kir.   'Dîwar wêneyê darbeyê bû'   Ayten Kordu, têkildarî pêvajoya piştî qeyûm  hat tayînkirin de wiha got: “Ne cara yekemîne ku qeyûm tayînî Dêrimê tê kirin. Piştî Mêrdîn, Êlihê û Xelfetiyê vê carê qeyûm tayînî şaredariya Dêrsim û navçeya wê Pilûrê kirin. Polîtîkayên mêtingeriyê li vî welatî bûne nîşana bêhiqûqiyê. Ev divê teqez bê gotin. Em behsa hikûmetek û zîhniyeteke desthilatdar dikin ku derbeke wiha eşkere li butçe, xizmetguzarî, şêwaza jiyanê û çareseriya pirsgirêkên gel dixe. Bersiva gelê Dêrsimê ku xwedî li îradeya xwe derket  bi bendeke beton ku li dora şaredaiyê hat çêkirin dan û şaredariyên me kirin qereqol.  Ev darbe ye û dîrwar wêneyê darbeyê bû."   'Gelo ev qanûn ji bo kesên ku gel dirizînin tên sepandin?'   Ayten Kordu, diyar kir ku hikûmetê li gorî pergala xwe daraz ava kiriye û anî ziman ku binçavkirin û girtin li dijî daxwazên aştiyê tên kirin û got, "Polîtîkayên qeyûman bi tayînkirina qeyûm li Şaredariya Mîksê dewam dikin. Ji me re dibêjin, 'Hûn nikarin xwe bi rêve bibin, hûn nikarin biryarên xwe bidin, hûn nikarin hilbijêrin. Li vî welatî li hemberî hemû hêzên aştiyê di serî de jinan hovîtîya zext û girtinan hatiye destpêkirin. Di doza ku duh li Enqereyê dest pê kir û tevahiya şevê dewam kir de gelek aktîvîst, siyasetmedar û femînîst hatin girtin. Ev ne tenê ji bo Kurd û Elewiyan pirsgirêka hemû gelan e. Ev qeyûm ji bo hemû gelan hatiye tayînkirin. Zîhniyeta qeyûm bi xwe zîhniyeteke li hemberî hemû gelan e. Siyaseta dijminane heye. Dijminê jin, Elewî û zarokan e. Li qirkirina jin û zarokan binêrin. Li jinên ku her roj tên qetilkirin binêrin. Ez meraq dikim gelo vê bêhiqûqiyê li hemberî kujerên jin û zarokan jî dikin."   'Li dijî hevserokên jin hiqûqa dijmin heye'    Ayten Kordu, diyar kir ku girtina Bîrsen Orhan berteka li dijî berxwedana gel e û bi bîr xist ku armanca sereke ya girtina Bîrsnê hedefgirtina  pergala hevserokatiyê û modela jiyanê ya jinê ye. Ayten Kordu wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vî welatî kesên ku demokrasiyê dixwazin hene. Diixwazin bi awayekî însanî bijîn, têkoşîna jinan pêş bixin, dixwazin têkoşîna jinê, ziman û çanda xwe pêş bixin. Bila baş bê zanîn ku li ser van axan gelek zilm, binçavkirin û girtin hatine kirin. Gelê me yê Dêrsimê serî netewand. Ji niha û pê ve jî dev jê bernade. Em ê ne li hemberî  êrîşên li ser têkoşîna jinê û ne jî li hemberî têkoşîna xwe ya giştî serî netewînin. Em ê guh nedin polîtîkayên bi vî rengî."