Ji tifaqa NADA’yê bo Werîşe Muradî bang 2024-12-03 18:06:43     NAVENDA NÛÇEYAN-Hevgirtina NADA li dijî cezayê darvekirinê ya rêjîma Îranê di derbarê Werîşe Muradî birî, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember niheqiyên rejîma Îranê dengê xwe bilind bikin.   Rejîma Îranê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ di 10’ê Mijdarê (2024) de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Li dijî vê biryarê Hevgirtina NADA ya Sûriyê li bajarê Qamişloyê daxuyanî da.   Daxuyanî bi tevlîbûna Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Endamên Rêxistina Kongra Star û Endamên hevgirtina NADA, li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê pêk hat.   Daxuyanî, ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hiso ve hat xwendin. Ebîr Hiso da zanîn ku çalakvana femînîst Werîşa Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’an de dema vedigeriya bajarê Eynê, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hatiye girtin. Ebîr Hiso wiha berdewam kir: “Ew 13 roj li navenda saziya ewlehiyê ya bajarê Mînayê hatiye ragirtin û di 4’ê Tebaxa 2023’an de jî çalakvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve li bajarê Heraz ê Tehranê hat girtin. Di 11’ê Kanûna 2023’an de li Girtîgeha Êvîn ya ku wek navenda îstixbaratê tê naskirin, 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û piştre cezayê darvekirinê lê hat birîn. Îstixbaratên Îranî îdîa kir ku di parastina mafên jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, Ruha û Sûriyeyê de kar dikir, beşdarî projeya penaberan û alîkariya Koçberên Rojava bûye.”   ‏Ebîr Hiso destnîşan kir ku  Warîşa Mûradî di rûniştina yekemîn de derketiye pêşberî dadgehê, lê dadger mafê parastinê nedaye wê. Ebîr Hiso ragihand ku Dadwer Qazî Selvatî ku bi navê “dadwerê darvekirinê” tê naskirin, li ser bingeha “maddeya 288 ya li dijî rejîma Îslamî ya Îranê çek hilgirtiye”, biryara darvekirina wê daye. Ebîr Hiso da zanîn ku tevî daxwaza wê û daxwaza parêzerên Warîşa Mûradî, ji bo îtîrazê jî mafê parastin û daxwaznameyê jê re nehatiye dayîn.‏   Ebîr Hiso wiha berdewam kir: “Îdiaya ku li dijî têkoşer Warîşa Mûradî tê kirin, têkildarî beşdarbûna wê ya li ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ ye, ku di pêşxistina hişmendiya civakî de rolek girîng lîstiye û bang li civakê kiriye ku beşdarî serhildanê bibe û piştgirî bide. Rejîmên otorîter ragihandin û daxwazên demokrasiyê yên jinan wek tawaneke şer dibînin.”   Ebîr Hiso bang li hemû rêxistin, komele, partî û kesayetên jin ên demokratîk û mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina komkujiyên di perestgehên rejîma mela de bi hev re hevkariyê bikin û wiha bidawî kir:  “Ji ber baweriya me ku guhertin mimkun e ku dengê me dikare cûdahiyek çêbike. Em hemî ji bo avakirina cîhanek bêtir mirovahî û dadperwer şer dikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.