TJA dî çalakiya nobetê de ye: Bijî Rojava û berxwedana Kobanê 2024-12-21 13:45:25   MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ya ji bo Rojava ku ji aliyê Tirkiye û komên paramîlîter ên ku piştgiriya wan dike, di roja 9’emîn de berdewam dike, aktîvîstên TJA’yê yên Şirnexê peyama “Roj roja yekîtiyê ye” dan û gotin “Bijî berxwedana Rojava û Kobanê."   Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 9’emîn de didome. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî nobeda li deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo bûn.   Zêdeyî sed aktîvîstên TJA'yê,  Rêxistina Bajêr a DEM  Partiyê ya Şirnex û Bêdlîsê jî tevlî meşê bûn û ji gelek baskan ve bi meş û dirûşmeyan ketin qada nobetê. Bi sedan kesên li qada nobetê kom bûn, bi tilîlî û dirûşmên Kurdî piştgirî dan berxwedana Rojava.   Ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19'ê Kanûnê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de dema şopandina nûçeyan de hatin qetilkirin, dirûşmên ,"Çapemaniya azad rûmete me ye", "Destên dirêjî çapemeniyê bila bên şikandin", "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin."  "Cihan Bilgin rûmeta me ye", "Nazım Daşdan rûmeta me ye" û  “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.   Di nobetê de pankarta "Bi jin jiyan azadî em xwedî li Rojava derkevin" hat vekirin û pankartên "Jin jiyan azadî", "Bîjî gele Rojava", "Bîjî Şoreşa jinan" hatin vekirin.     'Dema xerakirina planên dijmin hatiye'   Li ser navê girseya ji Şirnexê hatin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê û aktîvîsta TJA’yê Nurcan Alturk axivî  û got, “Îro roja yekîtiyê ye. Dem dema têkbirina planên dijmin e. Divê Kurd li hemberî planên dijmin hişyar bin. Îro roja yekîtiyê ye. Em zilma dijmin li ser xwe qebûl nakin. Em tu carî serî natewînin. Divê her kes vê yekê baş bizane. Kurd weke gelên birûmet li ber xwe didin û em ê berxwedana xwe bidomînin. 'Bijî berxwedana Rojava û Kobanê'."   Piştî daxuyaniyê çalakiya nobetê bi berzkirina dirûşmeyan didome.