Ji bo bîranînên Komkujiya Parîsê bang 2024-12-22 12:21:04      NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E'yê têkildarî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn daxuyaniyek weşand û bang kir ku bi ruhê seferberiyê çalakiyên bîranînê û şermezarkirinê bêne lidarxistin.   Têkildarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ku 23'ê Kanûna 2022'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand.   'Komkujiya Parîsê li holê ye'   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî komkujiya Parîsê ya ku 23'ê Kanûna 2022'an hate kirin, ji bo çalakiyên şermezarkirinê em banga seferberiyê dikin" û hate bibîrxistin ku di salvegera 10'emîn a komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de komkujiyeke din hate kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî bi zanebûn kirin hedef û hate gotin, "Komkujiyên Parîsê ku aliyên wê yên navneteweyî li holê ne, ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ve hatin plankirin.   Êriş li têkoşîna jinê hat kirin   Êrîş li dijî têkoşîn û tevgera azadiya jinê hate kirin ku li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye hêvî ji mirovahiyê re. Ji ber vê yekê Evîn Goyî hate qetilkirin. Bi vê komkujiyê re di şexsê tevgera jinê ya Kurd de êrîş li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin. Bi herdu komkujiyan hate ragihandin ku Kurdên daxwaza azadiyê bikin wê li her deverê bibin hedef. Herdu komkujiyên li Parîsê konsepta şerê qirkriinê yê li dijî Rêber Apo, tevgera azadiyê û gelê Kurd e.   'Şerê qirkirinê tê meşandin'   Dewleta Tirk a faşîst ku armanca xwe qirkirina Kurdan e, li her deverê li dijî Kurdan sûcê şer dike. Dema ku vê vê dike, bi taybetî êrîşî pêşengî û îradeya jin a azad dike. Rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku 19'ê Kanûnê bi namerdî hate qetilkirin, yek ji mînakên şênber ên vê yekê ye. Bi vê wesîleyê di şexsê Cîhan Bîlgîn de em hemû şehîdên xwe yên çapemeniyê bi minet û rêzdarî bi bîr tîni.   Dewleta Tirk şerê xwe yê qirêj û komkujiyên ku li dijî gelê Kurd li Kurdistanê dike, her wiha derbasî derveyî welat jî kiriye û qada stratejiya xwe ya qirkirinê berfireh kiriye. Rayedarên dewleta Fransayê her çend hewl didin nîşan bidin ku bala wan li ser komkujiya duyemîn a Parîsê ye, bi hewldana girtina dosya komkujiyê ya sala 2013'an, pêşî li vê komkujiyê vekir. Komkujiya ku Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan lê hatin qetilkirin bi israr nehate ronîkirin û gelek caran hewl hate dayin ku dosya komkujiyê bê girtin, ku ev yek polîtîkaya esasî ya dewleta Fransayê nîşan dide.   'Dewleta Fransayê bi helwesta xwe re hêz da dewleta Tirk'   Eger komkujiya Parîsê ya 2013'an bihate ronîkirin û dewleta Tirk di vê çarçoveyê de bihata darizandin, wê nikarîbûya careke din komkujî bikira. Lewma dewleta Fransayê di vê mijarê de hevkarê sûc e. Dewleta Fransayê bi helwesta xwe re hêz da dewleta Tirk."   'Hêrsa li dijî komkujiyê mezin bû'   Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev komkujî parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên topyekûn ên li dijî gelê Kurd e û hate destnîşankirin ku hêrsa gelê Kurd a li hemberî van êrîş û komkujiyan mezin bûye.   Banga tevlibûna çalakiyê   Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li welatên Ewropayê, dostan, hêzên demokrasî û azadiyê hate kirin ku li hemberî êrîşên terorê yên dewleta Tirk a faşîst bi gelê Kurd re têkoşînê mezin bikin û ji bo şermezarkirin komkujiya Parîsê ya duyemîn bi girseyî tevlî çalakiyan bibin. KCDK-E'yê got, "Di çalakiyan de em rûyê barbar ê dewleta Tirk a qirker teşhîr bikin û xwedî li şoreşa Rojava derkevin ku navenda şoreşa azadiyê ya jinê ye."