Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin 2024-12-23 14:04:50   STENBOL - Danişîna doza rêveber û nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê, ji bo lêkolînkirina dosyayê hat taloqkirin.    Der heqê rêveberên Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskarên wê Huseyîn Aykol, Ayşe Batumlu Kaya, Eren Keskîn û Reyhan Çapan de bi îdiaya “Naverokên nûçeyan ên çalakiyên tundiyê rewa nîşan didin weşandine” doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin.    Ayşe Batumlu Kaya ji îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Yekser ji bo sûc teşwîq kiriye”, ji Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzer Ozcan Kiliç jî di danişînê de amade bû. Dozger, mutalaaya xwe dubare kir û xwest ku kesên darizandin bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” bên cezakirin. Ji bo îdiayên din jî daxwaza beraetê kir.    Daxwaza beratê    Ayşenûr Batumlu Kaya jî di parastina xwe de îdiayên tên kirin red kir û daxwaza beraetê kir. Parêzer Ozcan Kiliç jî daxwaza beraetê ya miwekîlên xwe kir û wiha got: “Li gorî xala 43’yemîn a Qanûna Cezayê ya Tirk, heke li hemberî kesekî sûcek were kirin divê şexs bên cezakirin. Lê di dosyayê de tu mexdûr tune ne. Her wiha sûcê tê îdiakirin li hemberî dewletê jî nehatiye kirin. Qesdekî ji bo kirina sûc jî tune ye. Lewma pêkan nîne dosyaya behsa xeberê bikeve çarçoveya xala 43’yemîn a TCK’ê.”    Şandeya dadgehê diyar kir ku dosya berfireh e û dê lêkolînkirina wê demê bigire û bi vê boneyê danişîna dozê taloqî 26’ê Kanûnê kir.