Hunermendên Fransî ji bo cangoriyên Parîsê stran çêkirin 2024-12-23 14:47:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 2'yemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê de stranbêjên Fransî bi stranekê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi bîr anîn.   Endama Konseya Rêveber a KCKê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil ku 23'ê Kanûna 2022'yan li paytexta Fransa Parîsê di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest dabûn. Stranbêjên Fransî ji bo bîranîna her sê cangoriyan stranek amade kirin û ew bi bîr anîn.   Ji bo bîranîna cangoriyên Komkujiya Duyemîn a Parîsê, stranek bi navê ‘Evîn’ belav kirin.   Stran ji aliyê Cyril L. û Celine G. ve tê gotin û bi dîmen û wêneyên cangoriyên komkujiya Parîsê bi klîbekê hate weşandin.