Li Şamê nîvîsgeha Meclisa Jinan a Sûriyeyê hat vekirin 2024-12-24 18:27:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Sûriyeyê ragihand ku bi awayekî fermî nivîsgeh xwe li Şamê vekiriye.   Rêvebera Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Nivîsgeha Cizîrê Muna Yûsif ji ajansa me re diyar kir ku ji 2017'an ve meclis hewl dide nivîsgehên xwe li hemû bajarên Sûriyeyê veke û got: "Di serdema rejîma zordest de tu nivîsgehên me li Şamê tune bûn, lê zemîneke amade hebû. Nûnerên meclisê li Şamê hebûn û bi navê meclisê çalakiyên xwe bi rê xistin dikirin."   Muna Yûsif destnîşan kir ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê şandeyeke dîplomasî ya jinan bi navê meclisê şand Şamê da ku bi berpirsa kar û barên jinan a hikumeta demkî Ayşe El Dibis re bicivin û got: "Me gelek hevdîtin û şêwir ji bo vekirina nivîsgeheke meclisê li Şamê pêk anîn û ji bo vekirina nivîsgehekê li Şamê rewş hatin amadekirin. Me duh (23ˋê Kanûnê) bi awayekî fermi nivîsgeha xwe li Şamê vekir."   Muna Yûsif destnîşan kir ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê dixwaze tecrûbeya serkeftî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguhêze Şamê û van destkeftiyan bi pêş bixe û got: "Pêwîst e di komîteya destûrê, hemû sazî û aliyên jiyanê de nûnertiya jinan hebe."   Muna Yûsif diyar kir ku armanc ji vekirina nivîsgehê xurtkirina têkiliyan û pêkanîna yekrêziya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Siwêda, Cerablis, Îdlib û hemû bajarên din.