Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Zimanê ne erênî xerab e û nayê qebûlkirin 2024-12-25 18:39:05   ENQERE- Meclîsa Jinan a DEM Partiyê der barê gotinên Berrîn Sonmez a di nivîsa xwe de der barê hevşaredaran de bikaranîbû daxuyaniyek da û gotin ‘ji ber vê xemgîn bûne’.   Piştî qeyûm tayînê şaredariya Colemêrg Xelfetî, Êlih, Mêrdîn û Esenyurtê bû jig elek aliyan bo pitşevaniyê serdan ji bo şaredariyan çêbû. Rêxistinên jinan u femînîtsan, nivîskar û rewşenbîran jî piştevaniya xwe anîn ziman û bi hev re çûn Mersînê. Berrîn Sozmez jî di vê serdanê de cih girt û di qunciknivîsa xwe der barê hevşaredaran de gotin anîbû ziman. Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê mijarê de daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi salane şaredarî ji aliyê qeyûman ve tên xespkirin û  çawa qeyûm hatine  nûneriya wekhev û destkeftiyên jinan hedef girtine.   ‘Usluba hatiye bikaranîn em xemgîn kirine’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gotin û zimanê ku zirarê dide têkoşîna jinan nayê qebûlkirin û wiha dirêjî dayê: “Li dijî qeyûman rêxistinên jinan, femînîstan, piştevanî û serdanên xwe berdewam kirine. Di çarçoveya vê pitşevaniyê de Berrîn Sonmez bi nivîskar û rewşenbîran re çû Mêrdînê. Li ser vê di nivîsek xwe de der barê hevşaredarên me de axivî û ziman û usluba hatiye bikaranîn zirarê dide destkeftiya û têkoşîna hevpar a jinan. Em vî ziman û usluba bi vî awayî di nivîsê de hatiye bikaranîn tu car qebûl nakin. Rexne û nirxandinên erênî xurt dike. Lê berovajî vê bi niyetek baş nayên gotin. Em vê rexneya hatiye kirin wekê ku bi niyeteke baş hatiye kirin nabînin. Hevşaredara me Devrîm Demîr seranserê jiyan xwe de tevî zor û zehmetiyan têkoşîna jiyanê daye. Em vê venasîna ji bo hevşaredara xwe qebûl nakin rast nabînin.”