2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (7) 2024-12-26 09:03:52   Jin wê cîhanê biguherînin   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan bal kişand ser geşedanên sala 2024'an û wiha bal kişand ser sala 2025'an: Divê em bi pêngav û pêkanînên berbiçavtir yekîtiya xwe ya jinan jiyanî bikin û bidin xuyakirin. Em baş dizanin ku jin dê cîhanê biguherîne."    Sala 2024’an ji bo jinan bu salek têkoşînê. Jinan ji tundiya mêr heta şer, ji destdirêjiya zayendî heta xizaniyê li qadan ji bo maf û azadiya xwe dengê xwe bilind kirin. Di sala 2025’an de tevgera jinan bi hêvî û îradeya xwe rêya xwe didomîne. Hedef niha ew e ku hevgirtinê zêdetir xuya bike û bi gavên berbiçav têkoşînê xurt bike.    Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan, xalên girîng ên şoreşa têkoşîna jinan a sala 2024'an û hêviyên sala 2025'an ji ajansa me re nirxand.   Nirxandina Dîlek Başalan wiha ye:    "Stenbol bajarekî ku bi milyonan mirov lê dijîn û li vî bajarî her roj, bûyerên tundiyê rû didin. Dema ku jin ji aliyê mêran ve dihatin kuştin an jî di bin tundûyê de, em nekarin tenê temaşe bikin û tiştek nekin. Dema ku qetlîama jinan li kêleka me diqewime, me nikarîbû dev ji têkoşîna li dijî hişmendiya mêr berdin. Wek her car di sala 2024’an de; Ev salek e ku me hev dît, bihîst û hevkarî kir.   Xebata me ya hevpar a li dijî tundiya mêr a li ser jinê de qadeke pir bi bandor e. Li gel cudahiyên xwe em pirsgirêka hevpar tînin ziman û rêbazên têkoşînê diyar dikin. Di vê sedsalê de ku em jê re dibêjin sedsala jinan, wê ev rewşa bi hev re ya ku em bijîn jî bihêle û me ev rastî kêliyekê jî ji bîr nekir. Helbet kêmasiyên me jî hebûn, ne mimkûn bû ku li welatekî wiha nebûna. Pir caran, em di her kêliyê de di nav çalakiyek refleksê de bûn. Guhertina rojevê, êrişên li ser mafên me, binpêkirina mafan, gelek sedemên din hene ku em werin cem hev û şer bikin.   Sala 2024’an de geşedanên girîng û watedar pêk hatin. Li seranserê cîhanê tundiya li ser jinan zêde bûye. Heman demê de şer dijwar bûn. Bêguman ev bandor li jinan dike. Jin bedela vê didin. Me bi vê hişmendiyê piştevanî şênber kir û em li ser vê sekinin. Me gotina xwe got. Me bi piştevanî û xwedîderketinê bersiv da êrîşên li hember jinan. Me têkoşîna vê bê navber meşand û em dimeşînin.   Zemîna têkoşîna yekbûyî   Me wek Platforma Jin Bi Hev Re Bi Hêz in xwest bi planek çalakiyê bikevin sala 2024’an û bi şîara ‘wê serhildana jinan biguhere’ me got gotina me heye. Em ji 2023’an bi îdia û hêrs ketin 2024’an. Seranserê salê me bi vê baweriyê berdewam kir. me gotina xwe negotiba, em ne li kolanan bûna wê wê zext zêde bibûna. Di esasê de ev hinceta têkoşîna me bû.   Em bi nefret û netewperestiyê re rû bir û bûn. Pergala serdest a mêr dixwest bi şîdet û polîtîkaya yekîtiyê xwe ava bike û di vî warî de gavên cidî diavêt. Qanûnên ku li Meclîsê hatin nîqaşkirin rasterast bandor li jiyana me kir, ev ne tenê guhertinek qanûnî bû, hewl dida ku çandek nû were afirandin: MALBAT. Ji ber vê yekê, ev malbatek çawa bû, çima ew birin pêşiya me? Hewl didin çanda ku jin bextewar in di nava malbatê de belav bikin. Lê belê me ji daneyên rêxistinên jinan û çapemeniyê dît ku herî zêde jin û zarok di nava malbatê de hatine kuştin. Bêguman ez ne li cihekî me ku malbatê red bike, lê divê ez bipirsim ka têkiliyek di nav malbatê de çawa ye. Em bi salan e behsa rêbazên têkoşîna li dijî tundiya mêr a di nava malbatê de dikin, di vê mijarê de polîtîka pêş dixin û li kolanan çalakiyan dimeşînin. Ya ku em li dijî wê ne; Dixwazin jineke ku di nava malbatê de neyê dîtin biafirînin û ev yek ji aliyê dewletê ve tê xelatkirin û balkêş e. Dixwazin jinên “zewicî, bextewar, zarok” hebin û bi qasî ku hin siyasetmedar ferman dikin, bizewicin û zarokan bînin. Malbatek ku tê de jin wekî robot tevdigere, tê de xalek hevpar tune ye û navê wê di biryaran de nayê girtin. Mîna mekîneyek fonksîyonel... Ew ê fermanê bi cih bîne û sond bixwe.   Me destûr neda vê. Me di xebatên li taxan hatin meşandin dît, me ji jinên hatin çalakiyê bihist. Tu jin naxwazin tune bên hesbiandin. Naxwazin makul bibin. Jin wê di zemîna wekhe de bijîn. Wê bi gotina xwe li çalakiyan de hebin.   Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Femînîst a Tirkiyeyê bi salane bi hev re dimeşin û mînaka herî xweşin. Di 2024’an de jî em ligel hev bûn. Em bi vê baweriyê dikevin 2025’an.   Hilbijartinên herêmî: Destkeftî û xespkirinên qeyûman   Di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredariyên du dem bûm dihatin xespkirin ji nûve hatin girtin. Li hinek bajaran bi taybet destkeftiyên mezin hatin bidest xistin. Di serî jî Êlih dihat. Namzeta DEM Partiyê Gulîstan Sonuk biser ket. Bersivek baş dabûn desthilatdariyê. Lê heqîqetek hebû; destkeftî û hêza têkoşîna jinan. Li dijî zîhniyeta serdest bibîxistina heqîqetê bû. Bêguman me dizanibû wê bi siyaseta qirêj hinek tişt bên kirin. Carek din qeyûm tayînê îradeya Êlihê kirin. Tayînê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kirin.  Çawa hatin midûriyetên jinan girtin, mêr tayînkirin.    Divê 2025’an de çi bê kirin?    Divê em gavên berbiçav bavêjin û bi pêkanînên xwe re hevgirtina jinên xwe zêdetir eşkere bikin. Divê em li pey gotinên ku me ava kirine rêza “Me çi kiriye û çi kêm e” bihêle. Em baş dizanin ku ger cîhanek ku biguhere hebe, jin wê bikin. Ma me ev rastî li kêleka xwe nedît? Ma hemû cîhanê behsa vê şoreşa jinê nekir? Li Rojava mêze bikin û bibin projeyek wê... Divê sala 2025’an bibe salek ku em ê çi bikin ji yên ku ditirsin çi bikin û her kêlî êrîşî têkoşîna jinan bikin...