Li Mexmûrê rojnamevan bertek nîşanî girtina saziyên jinan dan 2025-01-04 14:09:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Li wargeha Mexmûrê bi pêşengiya rojnamevanên jin, girtina Kampanyaya Gizîngî Berbeyan hate şermezarkirin û wiha hat gotin: "Yên ku herî zêde rastiyên veşartî û rûyên tarî eşker dikin jî rojnamevanin. Ji ber vê yekê êrişa li dijî Şîrketa Gizîngî Berbeyan, êrişa li dijî heqîqetê ye.”   Di pêşengiya rojnemevanên jin de, endamên saziyan yên xweser ên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî girtina saziyên xweser yên li bajarê Başûrê Kurdistanê yê Silêmaniyê daxuyaniyaniyek hate dayîn. Daxuyanî li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtinê hate dayîn.   Di daxuyaniya ji aliyê Rojnamevan Mizgîn Kara ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin;   “Têkoşîn û berxwedana jinên Kurd ya li tevahiya cîhanê bûye nimûneya jiyan û jina azad, li Başûrê Kurdistanê rastî serdegirtin, astengî û qedexekirinan tên. Di dawiya sala 2024’an de ku hêviya tevahî gelê Kurdistanê û bi taybetî ya jinên Kurd, azadî û bi dawîkirina tundiya li ser jinan bû, li bajarê Silêmaniyê saziyên jin bi serdegirtinên ne qanûnî re rû bi rû man.   Di 31’ê Kanûna 2024’an roja dawî ya salê de, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Asayîşa Silêmaniyê bêyî nîşandana nivîseke fermî, biryara girtina şîrketa Gizîngî Berbeyan dan. Şîrketa Gizîngî Berbeyan ji bo Jin tv bername çêdikir. Deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê ji raya giştî re radigand.   Di heman rojê de bi ser Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tewanên li dijî jinan de jî girtin. Tevahî serdegirtinên ku çêbûn bi awayekî ne qanûnî û bi darê zorê bûn. Ev serdegirtinên ku pêk hatin li dijî maf, hebûn û rêxistinbûna jinane.   Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo mafên jinan heya niha ti tişt nekirine. Bi qanûnên xwe asta êrişkarî û tûndiya li dijî jinan zêdetir kirine. Rê li ber tûndî, qetilkirin û bê mafiyê vekirine. Li hemberî polîtîkayên qirêj yên bi aqilê mêrê desthilat tên ferzkirin, têkoşîna jinan jî her bilind bûye. Yên ku herî zêde rastiyên veşartî û rûyên tarî eşker dikin jî rojnamevanin. Ji ber vê yekê êrişa li dijî Şîrketa Gizîngî Berbeyan, êrişa li dijî heqîqetê ye. Li dijî eşkerkirina rastiyan û rêxistinkirina jinan, êrişe.   Em weke jinên rojnamevan yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) û rêxistinên jinan yên li qadê, biryara girtina Şîrketa Gizîngî Berbeyan bi tûndî şermezar dikin. Şîrketa Gizîngî Berbeyan zêdetirî 7 salin bi keda jinan û bi hişmendiya jina azad li Başûrê Kurdistanê ji qenala yekemîn a jinan Jin tv re bernameyan çêdike. Bi dosya û nûçeyên xwe parêzvaniya mafên jinan dike. Nêrîn û dengên jinên nayên dîtin û bihîstin, parve dike. Li peyî tevahî rastiyên veşartî, di şopa heqîqetê de xebat dike.   Li ser biryara girtina Şîrketa Gizîngî Berbeyan û saziyên jinan yên li Silêmaniyê 5 roj derbas bûn. Li dijî serdegirtinan bertek zêde dibin, lê heya niha ev hêz bêdengin. Em bang li van hêzan dikin ku demildest ji biryara xwe ya şaş gav paşve bavêjin. Ji ber ku bi êrişên xwe wê nikarîbin vîna jinan bişikînin û rastiyê bêdeng bikin. Wê şopandina heqîqetê bidome û yên rûreş wê hertim ji aliyê rojanamevanên jin ve werin eşker kirin.   Weke jinên rojnamevan yên Mexmûrê jî emê li gel hevriyên xwe bin. Heya betalkirina vê biryarê emê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser şopa hevalên xwe yên şehîd Gurbetellî, Denîz, Nûjiyan, Gulîstan, Hêro û Cîhan emê şopdarên heqîqetê bin.   Di dawî de em carek din êrişên li ser ragihandin û saziyên jinan şermezar dikin û dibêjin: ‘emê bêdeng nebin û neyên bê deng kirin. Şopdariya heqîqetê wê berdewam bike.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.