‘Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin’ 2025-01-11 09:02:20   WAN - Jinên ji Wanê ji bo piştgiriyê tevli çalakiya nobetê ya li Pirsûsê ya li dijî êrişên li hember Rojava bûn wiha gotin: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Divê gelê Kurd bibin yek. Em van tiştên tên kirin qebûl nakin.”   Êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Li dijî êrişan li sînorê Sûriyeyê nobtên hatine destpêkirin didomin. Ji her çar alî Kurdistan û Tirkiyeyê ve piştgiriya ji bo çalakiyan didomin û protestokirina êrîşan li her çar alî cîhanê didomin.   Jinên ji Wanê tevli çalakiya nobeta li Pirsûsê bûn bertek nîşanê êrişan dan û çalakiya nobetê nirxandin.   ‘Em ê heta dawî têbikoşin’   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Artemêtê Reyhan Kaplan da zanîn ku dema biryar dane ku tevli nobeta çalakiyê bibin kelek kelecanî bûne û dema berbi sînor ve meşiyane êrişê wan hatiyekirin. Reyhan Kaplan wiha domand: “Pêşiya me girtin. Lê me berxwe da. Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin. Mafê wan tuneye êrişê Rojava bikin. Çi karê wan li wir heye. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em aştiyê û demorkasiyê dixwazin. Em ê heta dawî berxwe bidin.”   ‘Bila zarokên me neyên qetilkirin’   Reyhan Kaplan bi lêv kir ku li her derê behsa wekheviyê tê kirin û wiha anî ziman: “Ka wekhevî, ka demokrasî, li her derê zilm heye. Ne dibêjin jin ne dibêjin zarok, kal û pîr, zilmê dikin. Em vê qebûl nakin. Em naxwazin zarokên me bên qetiklirin. Divê em hemû tevli vê çalakiya nobetê bidin. Berxwedanek mezin mijara gotinê ye. Em ê bi ser kevin.”   ‘Em azadiyê ji bo her kesî dixwazin’ Heseroka DEM Partî ya Tuşbayê Fatma Erbaga jî destnîşan kir ku ji Wanê bi dehan kes tevli çalakiya li Pirsûsê bûne û got çi hewcebike wê bikin. Fatma Erbaga wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em azadiyê dixwazin. Em naxwazin zarokên me bên qetilkirin. Niha li Rojava komkujî tê jiyîn. Dema çûm min sînor dît pir xemgîn bûm. Xwezî ew sînor rabûna. Me xwest em biçin sînor destur nedan. Pêşiya me girtin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê bê destpêkirin. Ev hevdîtin hêviyê didin me. Em êrişên li hember Rojava şermezar dikin. Mafê tu kesî tune êriş bike. Em vê qebûl nakin. Yên şer dane destpêkirin bila wijdana xwe lêpirsîn bikin. Em ê têkoşînê heta dawî bimeşînin.”