Li dijî girtina hevşaredaran bertek 2025-01-13 10:53:48     MÊRSÎN - Derbarê hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan de biryara girtinê hat dayîn.   Rûniştina edlî ya Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan ên di 10'ê Çile de li Mêrsînê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin bi dawî bû.   Serdozgeriyê bi hinceta îfadeyên şahidên veşartî, hevserok Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamê meclîsa şaredariyê Ozgur Çaglar bi sûcên "endamtiya rêxistinê", "pere dane rêxistinê", "propagandaya rêxistinê kirine"  sûcdar kir. ", û endamên din ên meclîsê jî bi hinceta "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê bi heman hincetê der barê hevserok Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç de biryara girtinê da.  Endamê Meclîsa Şaredariyê Yakup Daniş bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Girseya ku li ber edliyeyê li bendê bün, bertek nîşanî biryarê da. Girseyê bê navber dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û daxuyanî da çapemeniyê.    'Biryar berê hatibûn girtin'   Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Mêrsînê Îbrahîm Kaya jî got, "Dîrok dubare dibe. Çawa ku Edîp Solmaz hat qetilkirin û bi biryarên derqanûnî partî hatin girtin, îro jî yeke nû lê zêde kirin. Hevalên me bi biryarên derqanûnî hatin girtin."   'Em biryarê nas nakin'   Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî got, "Hevalên me bi biryareke siyasî hatin girtin. Ti sûc nekirine. Bi hincetên sexte hatin girtin. Ev gel wê dîsa bersiva vê polîtîkaya  bide. Wê hikûmet bê şandin. Em vê biryarê nas nakin. Em li pişt têkoşîna hevalên xwe ne."   Daxuyanî bi vexwendina civîna ku saet 13.00’an li Parka Zarokan a Ozgurê bê lidarxistin bi dawî bû.