Bi hezaran kes ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan: Em ê Rojava biparêzin 2025-01-18 13:50:20   RIHA - Di daxuyaniya piştî meşa bi hezaran kesî ya ber bi sînorê Kobanê ve hat dayîn de bal hat kişandin ser parastina Rojava û wiha hat gotin: "Kokên şoreşa Rojava kûr bûne û li cîhanê belav bûne. Êdî hûn nikarin ji nedîtî ve bên."   Li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamenter Newroz Uysal Aslan, Ceylan Akça Cupolo, Zeynep Oduncu, Dîlan Kunt Ayan, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Amed û Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Riha û Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê yên Riha, Amed û Dîlokê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) û gelek jinan, li Pirsûsê meşek hat lidarxistin.    Meşa li ber avahiya navçeya Pirsûsê ya DEM Partiyê dest pê kir bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bi can bixwîn em bi te ra ne Rojava”, “Jin jiyan azadî”, “Rojava wê ji faşîzmê re bibe gor” û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", bi çepik û tilîliyan heta qada nobedê meşiyan. Piştî meş û gerandina govendê daxuyaniyek hat dayîn.      Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava xeta me ya sor e", "Nazîm û Cîhan Rumeta me ne" ya bi wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim heyî û "Rojava şoreşa me ya Jin jiyan azadi ye, Rojava teqez nakeve" hat vekirin.    Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku êrişên li dijî Rojava ne nû ne û got: "Di sala 2014'an de gel li vir Rojava parast. Îro jî bi heman hest û biryardariyê em Rojava diparêzin.    Em êrişên hêzên paramîlîter ên ku Tirkiye destekê dide wan, qebûl nakin. Êriş li dijî mirovahiyê ne. Rêveberiya xweser a ku hatiye afirandin nîşaneya aştî û jiyana azadîxwaz e. Ev model şoreşa Rojava ye. Koka wê kûr bûye û li cîhanê belav bûye."    Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû, çalakiya nobetê ya ku dê rojek bidome dest pê kir.