Kongra Star derbarê qetilkirina Menîce Heyder de daxuyanî da 2025-01-19 14:21:34       NAVENDA NÛÇEYAN -Kongra Star êrişêndewleta Tirk ên duh li ser nobedarên li bendava Tişrînê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku şehîd Menîce Heyder bi vîneke mezin ji bo azadiya hemû jinan li ser bingeha felsefeya "Jin, jiyan, azadî" têkoşiya.   Kongra Star têkildarî êrişên dewleta Tirk ên duh şemiyê li ser nobedarên li bendava Tişrînê ku di encamê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî di nav de 4 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Kongra Strar di daxuyaniyê de bal kişand ku di nava şehîdên duh ên bendava Tişrînê de "Hevrê Menîce Heyder jî heye, ku ji malbateke welatparêz e ku ji roja destpêkê ve ji bo belavkirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan têkoşiya. "   Di daxuyaniyê de behsa têkoşîna şehîd Mecîca Heder hat kirin û wiha hat gotin: "Ji destpêka şoreşa Rojava ve tev li nava têkoşînê bû, di avakirina tevgera jinê de xwedî roleke girîng bû. Şehîd Menîce Heyder bi vîneke mezin ji bo azadiya hemû jinan li ser bingeha felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têkoşiya."     Kongra Star di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariya xwe bi cî bîne û vê destdirêjiya eşkere ya dewleta Tirk rawestîne. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku bi lezgîn tevbigerin û  van binpêkirinan rawestînin û sivîlan biparêzin.