Efrîniyên ku koçber bûne: Em ê rojekê vegerin ser axa xwe 2025-01-21 11:06:02       Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê dijîn di 7'emîn salvegera êrişên li hemberî Efrînê de axivîn û gotin: "Em tu carî warê ji wan re nahêlin. Em ê teqes rojek vegerin ser axa xwe.    Di  20’ê Çileya 2018’an de Efrîn hat dagirkirin. Bi êriş û dagirkirinê re li Efrînê gelek kes hatin qetilkirin, hatin revandin, jin hatin revandin, bi hezaran efrînê ji neçariyê koçber bûn. Ligel dagirkirin û êrişan gelan bi hemû hêz û pêkhateyên xwe 58 rojan li hember hovîtiyê li berxwe dan.    Derbarê berxwedan û dagirkirina Efrînê de jinên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê dijîn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.   'Em ê vegerin ser axa xwe'   Ronahî Ehmed di axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên Dewleta Tirk: "Ev bû 8 sal ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Efrînê xistiye bin dagikeriya xwe tevî ku em 8 sal in koçber bûne lê belê hêviya vegerê ji dile me koç nekir, dibe ku em welatiyê xwe nebinin lê belê wê zarokên me bibînin helebet wê rojek werê û em ê vegerin li ser axa bav û kalên xwe."   58 roj berxwedan   Raniya Cafer, bal kişand ser rewşa Efrînê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di 20'ê Çileya 2018'an Dewleta Tirk a dagiker êrişên xwe yên hov bi ser bajarê Efrînê de anî. Erê êriş giran bûn lê 58 rojan di Efrînê de destana berxwedanê, me bi xwîna xwe nivîsand. Çawa ku niha li Bendava Tişrînê berxwedaniyek bê navber tê kirin li Efrînê jî wisa bû. Em bejna xwe li ber hemberî hemû pakrewanên berxwedana serdemê ditewînin em ê her ji bo vegera li ser axa welat têkoşîn û berxwedana xwe bidin domandin. Encax bi rêya berxwedanê em welatê xwe rizgar bikin."   'Em ê warê xwe ji wan re nehêlin'   Edolê Hemo jî wek jinên din banga mezinkirina têkoşînê kir û got: "Em Efrîna xwe dixwazin. Efrîn warê bav û kale me ye. Em terka wê nakin em darên xwe yên zeytunê ji wan re nahêlin. Ger bi xwîna pakrewana be jî em axa xwe rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin."