Li dijî êrîşan tabûra xweparastinê hat avakirin 2025-01-21 19:59:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê tabûra bi navê Şehîd Azad ava kirin.   Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê li hember hesasiyeta pêvajoya heyî û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi erkên xwe rabûn û çekên zarokên xwe hilgirtin û bi navê Şehîd Azad tabûrek xwe ava kir. Meclîsê der barê mijarê de daxuyanî da û bal kişand ser êrîşên li ser Qerekozaq û Bendava Tişrînê û diyar kir ku Tirkiye gel raste rast hedef digire û êrîşan pêk tîne.