Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Em ê hîn bêtir xurt bin 2025-01-22 09:08:12   Gulîstan Gulmuş   AMED - Rojnamegeran bertek nîşanê girtina hevalên xwe dan û diyar kirin ku sedema girtina wan nivîsandina heqîqetê bûye. Rojnamegeran wiha got: “Ev êrîş bi me şûnde gavê nadin avêtin. Berovajî vê em ê hîn bêtir xurt bin, li qadan bin.”   Navenda wê Stenbol 17’ê Çile de bi ser malan de hat girtin û rojnameger  Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin û 20’ê Çile de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.Bertekên li dijî girtina rojnamegerna didome.   Rêvebra Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Arjîn Dîlek Oncel wiha got: “Li Stenbolê bi operasyona şefaqê bi sr mala hevalên me de girtin. Hevalên me b isalen dixebitin û tên naskirin.  6 hevalên me hatin binçavkirin. Sê rojan binçavan de man û hatin girtin. FaliyetÊn rojnaemgeriyê kirin sûc. Armanc wan ev bû polîtîkayên wan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyên teşhîrkirin.”   ‘Divê gel ji zextan re bêjin êdî bes e’   Arjîn Dîlek Oncel balkişand ser pirsên ji rojnamegeran hatine kirin û wiha bi lêv kir: “Mehekê de 13 rojnaemger hatin girtin. Tecrîd rojeva Tirkiye û Rojhilata Navîne. Hemû alî behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Çapemeniya alîgir jî diaxive. Dema rewş wisa be wê rojnamegerên Kurd tecrîdê neaxive çi biaxive gelo?  Êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bêguman wê rojnamegerên Kurd vê bînin ziman û biaxivin.  Axaftina rojnamegerên Kurd AKP’ê nerehet dike. Mehekê de 13 hbalên me hatin girtin. Divê hemû gelên li Tirkiye û Kurdistanê bertek nîşan bidin û bêjin êdî bes e.”   ‘Em berpirs in ku heqîqetê bidin bihîstin’   Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Şîrvan Şîlan Çîl jî da zanîn ku zextên li ser çapemeniya azad bi salanin didomin û got wê heqîqetê her tim bidin bihistin. Şîrvan Şîlan Çîl wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava şerekî mezin heye. HevalÊn me Nazim û Cîhan li wir hatin qetil kirin. Rojnamegerên ku heqîqet didan ragîhandin hedef hatin girtin. Li Tirkiyeyê li hember çapemeniya azad êrîş mezinin. Hevalên me tên girtin. Malper tên atengkirin. Niha 6 hevalên me hatin girtin. Lê em ê dengê wan bidin bihistin û heqîqetê binivîsin.”   ‘Di mehekê de 13 rojnameger hatin girtin’   Nûçegîhana MA’yê Heval Onkol jî balkişand ser êrîşên li ser rojnamegeran û wiha got: “Xebatkarên çapemeniya azad gelek caran dibin hedef, sedema herî mezin jî ji ber ku rastiyan eşkere dikin. Hevalên me Nazîm û Cîhan jî rastî nivîsandin, di encama êrîşa SÎHA’ya Tirkiyeyê de ji ber ku rastî nivîsandin hatin qetilkirin. Hikûmet bi qetlîama wan sînordar nebû. Di encama êrîşên li wir de 5 hevalên me birîndar bûn. Ne tenê bi vê yekê re, di meha dawî de li Bakur 13 hevalên me yên rojnameger girtin. Ev êrîş wê şûnde bi me gavê nede avêtin.”