Carole Eleftherîa: Divê ji zîhniyeta binpêker xilasî pêk bê 2025-01-26 09:14:26   Melek Avci   ENQERE - Endama Komîteya Jîneolojiyê ya Fransayê Carole Eleftherîa şoreşa Kobanê pîroz kir û got: “Divê em her yek li erdnîgariya xwe, bi çîrokên berxwedana xwe ji nûve têkiliyan deynin û dîroka jinê ji nûve kifş bikin. Divê em ji vê zîhniyeta binpêker xilas bibin û rizgariyê ava bikin. Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê.”   Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi şoreşa Rojava re bi pêşengiya Kurdan gelê herêmê gav bi gav bi Xweseriya Demokratîk re rêxistinbûnên kantonan îlan kirin. Di 21’ê Çileyê ya 2014’an de Cizîr, 27’ê Çileya 2014’an Kobanê, 29’ê Çileya 2014’an jî wek Kantona Efînê li herêmê xweseriya demokratîk hat îlankirin.    Di serî de Tirkiye hêzên navneteweyî ketin tevgerê. Kobanê bombebaran kirin. Di 15’ê îlona 2014’an de êrîşê Kobanê kirin. Armanca êrîşên DAIŞ’ê dagirkirina herêmê bû. Hedef ev bû ku têkiliya navbera kantonên Efrîn û Cizîrê bê birîn. Li ser vê li sê parçeyê Kurdistanê Kurd ketin tevgerê.   Daxuyaniya dîrokî: Kobanê Rizgar bû   Azadbûna Kobanê di heman demê de bû nokteya destpêka têkçûna DAIŞ’ê. Piştre bi têkoşîna QSD, YPJ û YPG’ê DAIŞ bi giştî têk çû. Piştî berxwedana 134 rojan şûnde di 26’ê  Çileyê ya 2015’an Kobanê hat rizakirin. Azadbûna Kobanê bi gotinên ‘Kobanê rizgar bû. Saet 10 deqe kêm ji  3’an re’ li dîrokê nivîsî.   Endama Komîsteya Jîneolojiyê ya Fransayê Carole Eleftheria, der barê şoreşa Rojava ku îro hîna di bin êrîşê de ye nirxandin kir.   Li dijî tarîtiyê jinên pêşeng   Caraole Eleftherîa da zanîn ku şoreşa Kobanê yekemîn serkeftina mezin a Şoreşa Rojava ye û wiha got: “Sembola bi hêz a têkoşîna li dijî çavsoriyê, têkoşîna azadiyê û têkoşîna xwerêveberiyê ye ku di pêşengtiya jinê de ye. Jinan li dijî vê tarîtiyê rola sereke lîstiye. Şoreşê hêza jinan derxistiye holê. Ne tenê Kobanê ji bo hemû jinên cîhanê bûye modela berxwedana mînak. Nûnerî û şênberbûna hêviya bi heybet e.”   'Hedefa Tirkiyeyê ya têkbirina berxwedanê’   Carole Eleftherîa daxuyakirin ku bi salan e Tirkiye li hember şoreşê êrîşan didomîne û wiha domand: “Ev êrîşên qirêj li dijî mirovahî û xwezayê tê meşandin. Di esasê vê de plana têkbirina jinan heye. Êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayê wê qirêj in. Bi armanca tunekirina berxwedana jinan van rêbazan bi kar tînin û hedef digirin. Hedefa Tirkiyeyê têkbirina berxwedanê ye. Jin ji bo desthilatdariyan tehdîd in.”   Ya girîng parastina vê modelê ye   Carole Eleftherîa wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê model û şoreş bê parastin. Parastina destkeftî û şoreşê esas e. Ya girîng parastina vê modelê ye. Divê gel qedera xwe bi xwe bikaribe tayîn bike. Ev pergal ji bo her kesî derfet e. Hewcedariya hemû jinan bi tifaqeke derveyê sînor heye.  Divê em jî hay ji xwe hebin ku bi reformên lîberal ên ku tenê xeyal in, nexape. Ev modelek e ku li ser zîhniyetê gelek xebat pêwist e. Ji bo vê yekê jîneolojî xwedî erkek girîng e. Divê em bi çîrokên xwe yên berxwedanê yên li her erdnîgariya xwe ji nû ve werin girêdan û dîroka jinê ji nû ve keşif bikin. Zîhniyeta kolonyalîst, nîjadperest, zayendperest, pozîtîvîst ku me ava kiriye fêm bikin û jê qut bibin û bigihin rizgariyê.  Sedsala 21'emîn wê bibe sedsala jinan; Dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' îfadeya vê yekê ye. Bijî şoreşa jinê! Bijî Rojava!”