DEM Partî: Ne pêkan e demokrasî bi pratîkeke wiha re were cem hev 2025-02-19 10:35:00   ENQERE -  Serokwekîlê Koma DEM Partiyê û parlementeran der barê tayînkirina qeyûmê ya li Wanê û tundiya polîsan a bûyerên piştî wê de daxuyaniyek da û diyar kir ku 10 partî li hev civiyan û pêşniyara qanûnê dan û bang li Serokê Meclîsê kirin ku li dijî tundiya polîsan a li Wanê însiyatîfê bigire.   Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî û parlamenteran li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.   Sezaî Temelî bi bîr xist ku ew ê îro saet di 13.00 de li Guvenparkê bi beşdariya Hevserokan li dijî darbeya qeyûmê daxuyaniyekê bidin û bang li Serokê Meclîsê kir û got, "Di mijara qeyûmê de însiyatîfa xwe bi cih bînin." Qeyûm bi vê zîhniyeta derbekar li hemberî hilbijartiyên Tirkiyeyê hatine wezîfedarkirin û îradeya gel hatiye paşguhkirin. Îradeya nêzî milyonek kesî îro hatiye desteserkirin. Bêguman li hemberî vê êrîşa li dijî meclisên herêmî û hilbijartiyên herêmî tiştekî ku divê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê bike heye û berpirsiyariya herî girîng ya ku divê were kirin dikeve ser milê serokê meclisê."   Sezaî Temelî diyar kir ku 10 partî li hev civiyan û pêşniyara qanûnê dan û got:   “Heta ku ev welat nikaribe van pêkanînên îqtîdarê ji holê rake, ne mimkûn e ku Tirkiye demokratîk bibe û bibe dewleta hiqûqê. Ne pêkan e ku demokrasî bi pratîkeke wiha re were cem hev. Li ser mijareke din em bang li Serokê Meclisa xwe birêz Numan Kurtulmuş dikin. Ev hewldana derbeyê ye û dîmenê ku tê pêşkêşkirin ji dîmena ku derbekaran pêşkêş kirine ne cuda ye. Gelê me û rayedarên hilbijartî bi tundî û tundûtûjiya qanûnî ya bêbawer re rû bi rû ne. Weke ku cara dawî li Wanê pêk hat, li dijî avahiya şaredariya me ya Wanê jî êrîşeke nedîtî pêk hat û gelek kes birîndar bûn û bi xetereya jiyanê rû bi rû man. Piştî tayînkirina qeyûman di 15’ê Sibatê de gelê Wanê bi êrîşa vekirî ya hiqûqê rû bi rû ma. Êrîşeke wisa dijwar heye ku ne mimkûn e ku were qebûlkirin.”