Wan bi qeyûm re veguherî girtîgeha vekirî 2025-02-23 09:03:00     Neslîhan Kardaş   WAN-Piştî qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû, bajar veguherî girtîgeha vekirî. Li nokteyên cuda yên bajêr, wesayîtên bê plake yên digerin ji bo gel wek tehdîdin.   Di 11’ê Sibatê de ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve li hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh ceza hat birîn. Piştî vê gel li be avahiya şaredariyê nobet da destpêkirin. Di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînê şardariyê hat kirin.    Li dijî tayînkirina qeyûm berxwedan   Roja ku runiştina Abdullah Zeydan hat dîtin, gel fêrbû ku ceza hatiye dayîn û li ber şaredariya ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin hatin gel hev. Hejmara welatiyan her çû zêde bû û di saetên êvarê de gihişt hezaran. Welatiyên ku bi şev û roj nobet girtin, li ber şaredariyê agir pêxistin û li ber stranan govend gerandin. Em nikarin çalakiya nobetê berxwedan bû. Berxwedana li dijî îhtîmala qeyûm hatibû dayînê bû…   Dayikên Aştiyê: Her tim pêşeng bûn   Li dijî îhtîmala tayînkirina qeyûm di nobeta ku bi şev û roj dihat girtin de dayikên aştiyê jî hebûn. Ligel hev rudiniştin û sohbet dikirin. Li dora ciwanan kom dibûn, tevli sohbetan dibûn. An jî tenê guhdar dikirin. Dayikan di sohbetên xwe de behsa çalakiyên berê dikirin. Çi jiyabûn ji ciwanan re vedigotin. Dîroka têkoşîna wan ji kesên hatibûn gel hev mezintir bû. Her tim pêşeng bûn û di vê nobetê de jî pêşengî dikirin.   Qada nobetê terk nedikirin   Dema em derketin derve, ciwanan betanî li xwe pêça bûn û li dora agirê vêxistî kom bibûn. Bi wê germahiya ku bi berxwedana wan di dilên wan de çêdibû, stran digotin û xwe germ dikirin. Hinek hîn zarok bûn. Lê neçûn mal û cerdevaniyê neterikandin. Nobedar çar rojan dewam kir.   Bi gaza îsot û guleyên plastîk êrîş   Di roja 5’an a çalakiya nobetê de li dijî gel êrîşan dest pê kir.Polîs bi ava şid a wesayîtên zirxî ketin hundir. Bêyî hişyarî bê kirin gaza îsotê û guleyên plastîk reşandin. Gel diyar kir ku polîsan gefa ‘hûnê hêza Tirk bibînin’ li wan xwarine.   Hedefa ewil çapemeniya azad bû   Polîsên ku ketin avahiya şaredariyê ewil xebatkarên çapemeniya azad hedef girtin. 5 xebatkarênç apemeniyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin û welatî jî bi derbkirin û îşkenceyên hatin binçavkirin. Li şaredariyê nêzî 130 kesî hatin binçavkirin.   Bajar bûye wek girtîgeha vekirî   Piştî vê li bajar protestoyan dest pê kir. îşkence û binpêkirina mafan bi avahiya şaredariyê sînor nema. Bi hatina qeyûm re bajar bû wek girtîgeha vekirî. Polîsan li her  derê bajar bariyer danîn û li her tax û kolanê polîs digerin. Li her derê bajar wesayîtên zirxî hatine sekinandin.   Li endamê PM’ê îşkence   Di roja sêyemîn a çalakiyan de endamê Meclîsa Partiya DBP’ê Kenan Îldenîz bi îşkenceyê hat binçavkirin. Her wiha piranî kesên tên binçavkirin bi îşkenceyê tên binçavkirin.   Nêzî 400 kesî hatin binçavkirin   Li her derê bajar ligel polîsan wesayîtên binçavirinê yên bê plaqe bi armanca tirsandinê digerin. Li gorî daneyên dawî ji roja ewil de nêzî 400 kesî hatine binçavkirin û 5 jê zarok 44 kes hatine girtin. Lê Gelê Wanê tevî vê berxwedana xwe didomîne.