'Daxuyaniya Abdullah Ocalan derfetek e' 2025-02-24 15:53:03     WAN - Di daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman a Payîzavayê de hat destnîşankirin ku daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê bibe firsend û divê her kes vê yekê hembêz bike.   Li navçeya Payîzava ya Wanê têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Hevşaredarên Westan, Şax û Payîzava, rêxistinên navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) û Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Piştî daxuyaniyê heyetê esnaf ziyaret kir.   'Daxuyaniya Abdullah Ocalan derfetek e'   Mahmut Dîndar bal kişand ser tayînkirina qeyûmên li navçeya Qaxizman a Qersê û diyar kir ku her roj bi zilma hikûmeta AKP'ê re rû bi rû dimînin û got:"Daxuyaniya Abdullah Ocalan derfetek e."   'Em ê careke din vîna gelê xwe biparêzin'   Neslîhan Şedal, anî ziman ku ziman, çand, ax û hebûna gelê Kurd bi rejîma qeyûmê hatiye dagirkirin û got, “Piştî 10 mehan dîsa destên xwe dirêjî îradeya gelê Wanê kirin. Dagirker ji îradeya gel şerm nakin. Bi dizî, talan û dagirkeriyê dijîn. Em ji vir şûnde soz didin gelê xwe ku em ê careke din vîna gelê xwe biparêzin."