10 sal in li Geverê hiqûq neket meriyetê 2025-03-11 09:04:10   Derya Ren   COLEMERG - Hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz, diyar kir ku piştî îlankirina rêveberiya xweser gelek binpêkirinên mafan pêk hatin û hiqûq hat îlhalkirin. Diyar Akin ê 15 salî vê demê hat kuştin û dayika wî Maksîme Akin jî wiha got: "Kurê min ji bo derman bistîne çû lê hat qetilkirin."   Li Gevera Colemêrgê di 13'yê Adara 2015'an de Rêveberiya Xweser hat îlankirin, dûre dewlet jî 5 caran biryara qedexeya derve îlan kir. Di qedexeyan de gelek mafên mirovan hat îhlalkirin û 90 kes di encama êrişan de hatin kuştin.    Diyar Akin ê 15 salî, ji bo bavê xwe yê nexweş re derman bistîne derket derve û vê demê polîsan bi gaza îsotê êriş bir ser. Diyar Akin ji bo xwe biparêze derket ser banê malê, lê guleya panzerê hat avêtin hat kuştin. Lêgerîna malbatê ya di hêla hiqûqê de her berdewam kir, lê heta niha negihaştin tu encamê. Ji ber ku kiryar nehat zanîn doz hat girtin.    Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz, vê demê endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a Colemêrgê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû. Sîbel Çapraz di çalakiya deng derxistinê, bû hedefa polîsan û bi guleyan birîndar bû. 96 rojan di nexweşxanê de ma û 14 ameliyat derbas kir. Dû re bi hinceta "Endamtiya Rêxistinê" hat girtin. Piştî salek şûnde serbest hat berdan.    Sîbel Çapraz, diyar kir ku di dema qedexeyan de gelek mafên mirovan hat îhlalkirin û wiha bi lêv kir: "Di vê pêvajoyê de gelek mafê jinan hat binpêkirin û gelek mafê mirovan hat binpêkirin. Îlankirina qedexeya dervê ya 79 roj tê wateya binpêkirina hiqûqê. Piştî qedexe bi dawî bûn li ser dîwaran nivîsên nijadperestî û zayendperestî hatin nivîsîn. Ev nivîs ji xwe di hesabên medyaya dijîtal ên mirovên bi unîformayî hatin parvekirin."   Sîbel Çapraz, daxuyand ku, malbatên ku piştî pêvçûnan vegeriyan navçeyê xwestin li ber xaniyên xwe kon danîn û wiha got: "Lê daxwaza malbatan hatin astengkirin. Li gorî rapora ÎHD'ê, 78 cenaze di Saziya Tiba Edlî ya Erziromê de bûn. Li navçeyê koçberî zêde bû, yên ku mayî jî şîn girêdan. şopên pir kûr li pêy xwe hişt. Welatî xizmên xwe winda kir, bîranînên xwe winda kir. Ev şîna ku hat dayîn tu carî li vir naqede. Piştî vê pêvajoyê li herêmê qedexe hat destpêkirin. Zozan li gundiyan hatin qedexekirin. Li taxên navçeşê kalekol hatin avakirin û navçe veguherî herêma leşkeriyê. Di sala 2016’an de li herêmê çalakî hatin qedexekirin."    Dayika Diyar Akin Mehsîma Akin jî ji ajansa me re axivî û got: "Her tim polîs bi ser mala me de digirin. Dema polîs tên ez wêneyê kurê xwe kom dikim û vêdişerîm. Dema ez wêneyê kurê xwe dinêrim behna min tê ber min. Lê belê ev jî qedexeye. Ji ber ku carek hatin hemû wêne kom kirin û birîn. Ji ber vê beriya ku polîs bên ez wêneyan kom dikim. Diyar ji bo bavê xwe yê nexweşê diyabetê bû derban bistine derket lê hat kuştin. Ji me re hat gotin ku birîndar bûye lê me ne dizanî li ku ye. Piştî ku min xwe gihand nexweşxanê min zanî ku kurê min jiyana xwe ji dest daye. Kurê min hêj zarok bû, mirin ne para wî bû..."    Mehsîma Akin, di axaftina xwe de qetilkirina kurê xwe anî ziman û dû re wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min di doza ku hat dîtin de ji wan re got; kurê min zarok bû, destê we çawa çû û we çawa qetil kir? Ew jî ji min re gotin 'Me gelek zarok qetilkir' Piştî vê gotinê min zanî ku em di hêla hiqûqê de nagihêjin encamekî."