Li Çemçemal qurbaniyên Komkujiya Helebceyê hatin bîranîn 2025-03-16 13:38:26       NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmaniyê bi boneya 37’emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê qurbaniyên komkujiyê hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de daxwaz hat kirin ku Iraq bi fermî daxwaza lêborînê ji gelê Kurd bike û tazmînata kesûkarên qurbaniyên kîmyabaranê bide.   Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê qurbaniyên komkujiya Helebceyê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo qurbaniyên Helebceyê û tevayî cangoriyên Kurdistanê hat destpêkirin.   Piştre Berpirsê Rêxistina Manewe, Qasim Kazim daxuyaniyek da çapemeniyê got: “Beriya 37 salan ji aliyê rejîma Baas ve yek ji tawanên herî mezin ên dîroka mirovahiyê li beramberî xelkê bajarê Helebceyê hat kirin. Bi çekên qedexekirî yên kîmyawî bajarê Helebce hat bombebarankirin û di encamê de zêdetirî 5 hezar xelkê bajêr şehîd bûn.”   Di dewamê de Qasim Kazim diyarkir ku wek xelkê Çemçemal çend daxwazek wan ji hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdar hene, ew jî ev in;   *Pêwîst e hikûmeta Iraqê bi fermî daxwaza lêborînê ji xelkê Helebce û Herêma Kurdistanê bi giştî bike.   *Pêwîst e hikûmeta Iraqê tazmînata mexdûrên çekên kîmyawî û jenosîdê bide.   *Em piştgiriyê didin her hewldanek ji bo dadgehkirina hemû kes û kompanyên ku çekên kîmyawî firotine Iraqê.   *Pêwîst e pêngavên bi lez ji bo dadgehkirina hemû kesên destê wan di kîmyabarana Helebce de hene bên avêtin.   *Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxwazên xelkê Helebce û qurbaniyên çekên kîmyawî li Kurdistanê bide û birîndaran derman bike.   *Em piştgiriya hemû daxwazên xelkê Helebceyê dikin.   Piştî daxuyaniya çapemeniyê pêşangehek wêneyan ji bo bîranîna komkujiyê hat vekirin.