Nobeta Tişrînê dewrî xelkê Firatê hat kirin 2025-03-16 14:13:54       NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kantonên Reqa, Tebqa û Dêrezorê nobeta parastina Bendavê dewrî Xelkê Kantona Firatê kir.   Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku du hefte ne li Bendava Tişrînê li ber xwe didin, bi daxuyaniyekê nobed dewrî xelkê ji Kantona Firatê kirin.   Di daxuyaniyê de ewil şehîdên Helebceyê hatin bi bîranîn û destûra Sûriyeyê nû hate şermezarkirin.   Daxuyanî wiha ye: "Em weke gelê Reqa, Tebqa û Dêrezorê em berxwedanî û Nobeta li Bendava Tişrînê dewrî xelkê Kantona Firatê dike. Em şehîdên Helebceyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Îro jî careke din hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi destûreke nû dixwazin destûra Sûriyeyê ku berê tenê yek al, ziman û netewe bû lê niha dîsa heman wê destûrê xwe raber dike. Em jî weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê destûrê şermezar dikin û em red dikin. Ew temsîla gelan û me nake."   Nobet bi dirûşmeyan hate guhertin û xelkê kantona Firatê şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê oxir kir.