Tundî li zarokekî hat kirin 2025-03-16 19:22:36   NAVENDA NÛÇEYAN-Li Ispartayê jina bi navê K.O tundî li zarokê xwe kir.   Li Ispartayê jina bi navê K.O tundî li zarokê xwe kir.Tundiya li zarok bi telefonê hat kişandin û li ser çapemeniya civakî hat parvekirin. Gelek kesî bertek nîşan dan.   Li ser bertekan Serdozgeriya Komarê ya Burdurê lêpirsîn da destpêkirin. Zarok ji K.O hat girtin û kirin bin parastinê. Der barê K.O de lêpirsîn hat destpêkirin.