Divê ‘mafê hêviyê’ pêk bê 2025-03-17 09:04:05      Pelşîn Çetînkaya   AMED - Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter der barê mafê hêviyê de axivî û da zanîn ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ketine pêvajoyek nû û got: “Mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan hem di alî mafê şexsî hem di alî pêvajoyê de ferz bûye.”   Tevî biryara ‘mafê hêviyê’ ya ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo Tirkiyeyê da jî, ev 10 sal in tu gav nehatiye avêtin û şert û merc nehatin başkirin.   Di cotmeha sala borî de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de got ‘Bila tecrîda li ser Ocalan rabe bê di civîna koma DEM Partiyê de li TBMM’ê baixive’. Li ser vê mafê hêviyê dîsa hat rojevê. Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê  şûnde, çareseriya pirsgirêka Kurd di rojeva cîhanê de cih girt.   Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter der barê mafê hêviyê de axivî.   ‘Em hewldanê wek banga demokratîk dinirxînin’   Ekîn Yeter da zanîn ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde ketine pêvajoyek krîtîk û wiha got: “Piştî bangê em ketin pêvajoyek krîtîk. PKK’ê gav avêt. Ji bo pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin em ket pêvajoyek nû. Em hiqûqnas vê bangê li dijî hewldanên moderînteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn wek hewldaneke demokratîk dinirxînin.”   ‘Divê peyama civakî bê avakirin’   Ekîn Yeter daxuyakirin ku êdî peyama civakî ferz e û wiha dirêjî dayê: “Gelê Kurd her tim hewldan û xebatên ji bo demokratîkbûnê meşand. Gelê Kurd her roj pirsên ‘ Divê peyamek civakî ya çawa bê avakirin’, jiyanek wekhev û adîlane wê çawa be?’ ji xwe pirsîn û têkoşîn meşnadin. Piştî banga dîrokî em dibînin ku divê hinek gav bên avêtin û di vî alî de em hewce bi gotinê dibînin. Divê bi peyameneke civakî ya tehdîdan ji holê radikin, hebe.”   ‘Demokratîkirina hiqûqê’   Ekîn Yeter wiha dirêjî dayê: “Tişta ku divê niha bê kirin demokratîkirina hiqûqê ye. Em dinêrin mafê hêviyê nayê tahsîkirin, girtiyên nexweş, polîtîk girtîne, îradeya gel her roj tê xespkirin, qirkirina jinan didome, mafê perwerdehiya zimanê dayikê tê astengkirin û her roj binçavkirin û girtin hene. Ji ber vê em nikarin behsa siyaseta demokratîk bikin. Ji aliyê Birêz Ocalan û rêxistina wî ya ku muxatabî wî ye gav hatiye. Lê hîna ji aliyê desthilatdariyê ve gav nehatiye avêtin.”   Şertê pêkanîna mafê hêviyê   Ekîn Yeter balkişand ser mafê hêviyê û wiha got: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo mafê hêviyê salek da Tirkiyeyê. Bersiveke Tirkiyeyê ya der barê pêkneanîna mafê hêviyê de tuneye. Ji bo Abdullah Ocalan pêvajoyê bide meşandin divê şert û mercên pêwist bên avakirin. Ji bo şikandina tecrîdê  û mafê hêviyê têkoşîneke tê dayîn heye. Bi rastî bandora vê têkoşînê ya li ser pêvajoyê pir mezin e. Bêguman divê qada navneteweyî jî ji bo vê  bêdeng nemînin û ji bo pêvajoyê bikevin tevgerê. Mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan hem di alî mafê şexsî hem di alî pêvajoyê de ferz bûye.”