Ji bo tevlibûna danişîna Eylem Babayîgît bang 2025-03-17 11:37:40     STENBOL - DFG’ê ji bo danişîna ewil a rojnameger Eylem Babayîgît ku dê di 19’ê Adarê de bê lidarxistin, banga piştevaniyê û parastina rojnamegeriyê kir.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî danişîna doza rojnameger Eylem Babayîgît ku ji 20’ê Çileyê heta niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, banga tevlibûnê kir.    Têkildarî danişîna ku dê di 19’ê Adarê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê were lidarxistin, ev bang hate kirin: “Rojnameger Necla Demîr Arvas, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatin binçavkirin û di 20’ê Çileyê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Rojnameger Eylem Babayîgît jî di 22’yê Çileyê de hate girtin. Rojnameger Ahmet Guneş, di roja îdianameya wî hatibû amadekirin de hate berdan. Dîroka danişîna doza rojnameger Eylem Babayîgît, Necla Demîr Arvas û Welat Ekîn diyar bûn lê ji ber biryarên bêrayetiyê yên dadgehê, dîroka danişîna dozên rojnameger Reyhan Hacioglû, Rahîme Karvar û Vedat Oruç hêj nehatine diyarkirin.    Hêj nediyar e dê her 3 hempîşeyên me li ku derê û kengî bên darizandin. Ji ber biryarên bêrayetiyê yên dadgehê, dema girtinê ya hempîşeyên me bi awayekî keyfî tê dirêjkirin. Danişîna doza hempîşeya me Eylem Babayîgît dê di 19’ê Adarê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê were lidarxistin. Weke DFG’ê em ê danişînê bişopînin. Di serî de rêxistinên pîşeyî, banga me ji bo her kesî ew e ku di roja çarşemê de rojnamegeriyê biparêzin û piştevaniyê bidin.”