18 meh cezayê girtîgehê li jinekê hate birîn 2025-03-17 15:29:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinek ku tevlî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bibû, 18 meh cezayê girtîgehê û lêdana 178 qemçikan lê hate birîn.   Li gorî medya Îranê, şaxa Dadgeha Sucan ya Reşt 18 meh cezayê girtîgehê û 178 lêdana qemçikan bi ser jina bi navê Şîmîn Zarayî de biriye.   Hate gotin ku Şîmîn li ser giliyê serokê Yekeya Parastina Giştî û Dadwerê Şaxa 104 ya Dadgeha Sucan ya Reşt bi tometa ‘Têkdana ewlekariya giştî û bê rêzêkirinê’ hatiye cezakirin.   Hêjayî gotinê ye Şîmîn Zarayî yek ji wan kesên ku di dema şoreşa Jin, Jiyan Azadî, de hatibû girtin û salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Di dema girtîgehê de êşkence lê hatibû kirin.