Piştî 10 salan dê agirê Newrozê li Stadyûma Cîloyê geş bibe! 2025-03-18 09:02:31   Rabîa Onver   COLEMÊRG - Cejna Newrozê ji ber ku piştî 10 salan wê dîsa li Geverê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" li Qada Eskî Cîlo bê pîrozkirin, coşeke mezin li bajêr çêkir.      Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” bê pîrozkirin. Yek ji cihên ku dê Newroz lê bê pîrozkirin jî navçeya Gever a Colemêrgê ye. Newroza dîrokî ya li Geverê piştî 10 salan wê dîsa li 'Stadyûma Cîlo ya Kevn' bê pîrozkirin. Piştî berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê, 10 sal in Newroz bi hinceta "ewlehiyê" li Stadyûma Yenî Şehîr a Yenî Mahalle dihat pîrozkirin.   Ji ber ku Stadyûma Cîlo ya Kevin a ku gelek pîrozbahiyên Newrozê lê hatin kirin, piştî salên dirêj dê dîsa ji bo pîrozbahiya Newrozê bê vekirin di nav gel de kelecaneke mezin çêkir.   Zeytûn Ozek ku di Komîteya Amadekar a Newroza Geverê de cih digire, diyar kir ku coş û kelecana Newroza ku îsal wê li Geverê bê lidarxistin,  zêde ye û hemû kesên li Geverê vexwend qada Newrozê.   'Em ê bi rûhê berxwedanê qadê tijî bikin'   Zeytûn Ozek amaje bi wê yekê kir ku Newroz ji Hesinkar Kawa û vir ve bûye sembola berxwedanê û diyar kir ku ji Rahşanê heta Semayê bi hezaran jin ji têkçûna Dehak heta roja me ya îro ji bo azadiya gelan canê xwe feda kirine. Zeytûn Ozek got, “Newroz ji bo gelê Kurd û bi taybetî ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin e. Pêvajoya ku em niha tê de ne, pêvajoyeke pir girîng e. Pêvajoyeke girîng dest pê kiriye û em ê bi ruhê aştiyê Newrozê pîroz bikin. Hemû gelê me ji bo Newrozê dest bi amadekariyên xwe kirine.  Em ê vê qadê bi ruhê berxwedan û aştiyê tijî bikin."   'Pîrozbahiyên Nwrozê yên berê anîn bîra me'   Zeytûn Ozek diyar kir ku piştî 10 salan careke din pîrozkirina Newrozê li heman cihî ji bo gel moraleke mezin e û got, “Em bi rojan e ji bo Newrozê dixebitin û gel jî dibêje ku ew bi coş û hestiyar in ji ber ku bi destpêkirina pêvajoya aştiyê re li vê qadê pîrozbahiya Newrozê dê bê lidarxistin. Em jî di wê baweriyê de ne ku bi gavên hatin avêtin dê bi dengekî xurt Newroz bê pîrozkirin. Piştî 10 salan dîsa kombûna gel li vê qadê  hemû hestiyar kirin û pîrozbahiyên Newrozê yên kevin anîn bîra me."   Banga tevlibûna Newrozê   Zeytûn Ozek, anî ziman ku gelê Geverê bêriya pîrozbahiyên Newrozê yên berê kiriye û ew bawer dikin ku îsal qada Newrozê wê zêdetir tijî bibe û got, “Ev banga me ji gelê Geverê re ye, em bi hev re di vê pêvajoya aştiyê de dengê xwe bilind bikin. Em diyar bikin ku weke gelê Kurd em her tim ji aştiyê re amade ne. Ez bang li hemû gelê Geverê dikim ku ji bo piştgiriyê bidin gavên aştiyê yên hatine avêtin qadê tijî bikin."   Parlamenterên DEM'ê yên Colemêrgê û endamên PM'ê, Hevşaredarên Geverê û hunermend Arhat wê piştî 10 salan beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku li Stadyûma Eskî Cîlo ya Geverê tê lidarxistin, bibin.