Li Helebê agirê Newrozê geş bû 2025-03-18 09:07:06   HELEB - Agirê newrozê li bajarê Helebê hat geşkirin. Dayikan gotin wê coşa Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.   Li taxa Şêx Meqsûd di bin dirûşmeya " Bi rihê banga dîrokî ya Rêber Apo em ê agirê Newrozê geş bikin" agirê Newrozê hat pêxistin. Agir li çarxerêya pakrewan Destîne ya ku dikeve taxa Şerqî hat pêxistin. Govend hat gerandin, dayikan axaftina xwe ji ajansa me re kirin û wiha gotin:"Em ê Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêberê Abdullah Ocalan."   Emîr Mihemed da zanîn ew ê agirê Newrozê bi hêviya aştiyê geş bibe û wiha got:"Îro ev roj ji bo me roja azadî û aştiyê ye. Em bi wî rihê serhildanê agirê Newroza 2025`an pêdixin. Em ê Newroza îsal bi peyama rêbertî bikin Newroza aştiyê."   Her wiha Zeyneb Ehmed Hesen da zanîn ew bi coşeke mezin Newrozê pêşwazî dikin û wiha got:"Em Newroza îsal di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em ê Newroza îsal bikin Newroza azadiya hemû gelên bindest."   Cûmene Hemîd jî bi lêv kir ku ew ê Newroza îsal bi rihê azadiyê geş bibe û got:"Em vê Newrozê li Rêberê xwe pîroz dikin. Em ê têkoşînê bikin da ku em Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêberê xwe. Rêber Abdullah Ocalan, aştiyê dixwaze. Bi felsefeya Rêbertî em ê têbikoşin da ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin."