'Em ê xwedî li banga dîrokî derkevin û zimanê xwe pêş bixînin' 2025-03-20 09:04:01       Arjîn Yuksekbag   AMED - Aktîvîstên Saziyên Ziman ên Kurd diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Em ê bi hev re xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û zimanê xwe pêş bixînin.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga sedsalê ya ‘aştî û civaka demoratîk’ kir. Piştgiriya ji bo banga sedsalê ji her alî tê. Saziyên Ziman ên Kurdî jî ji bo piştgiriyê daxuyaniyek dan û peyama piştgiriyê didin bangê dan.   'Wê bi hêza bangê aştî bê her qadê'   Şînda Ayazgun a li Komeleya Çanda Ziman û Lêkolînê ya Arî ya Êlihê mamoste ye axivî û da zanîn ku ji berê de polîtîkayên asîmîlasyonê hene û wiha got: “Em bangê gelek girîng dibînin. Hûn zextên li ser qada ziman jî dibînin. Ji ber vê zext û tundî hene. Zext ewil ji ser ziman destpê dikin. Di vi alî de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ wê aştiyê û demokrasiyê ji bo gelan bîne.”   ‘Divê em xwedî li ziman derkevin’   Şînda Ayazgun wiha dawî lê anî: “Xebatên der barê ziman de wê her tim hebin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê em Kurdî ji nav zimanên mirî derxin û ji bo vê têbikoşin. Divê gelê me xwedî li ziman derkeve. Em ê çand û zimanê xwe pêş bixînin.”   ‘Em xwedî li bangê derdikevin’   Rêvebera Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Evîndar Akbulut jî diyar  kir ku pêvajo hem ji bo ziman hem ji bo qada siyasî girîng e û got divê hemû xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.   ‘Berpirsyarî dikeve ser milê hemû aliyan’   Evîndar Akbulut wiha dawî lê anî: “Ev pêvajo berpirsyariyê dide ser milê hemû aliyan. Bi salan e li ser ziman êrîş û polîtîka hene. Tunebûna ziman tunebûna mirov e. Ji ber vê divê em xwedî li pêvajoyê derkevin û têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê xebatên xwe berfireh bikin. Divê em li her qadê xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Divê em bi zimanê xwe biaxivin, divê ziman her tim di rojev û jiyana me de be.”