Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftîn e’ derket 2025-04-07 10:24:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 277'emîn de cih da rewşa li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yê bajarê Helêbê ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşketiye.   Hejmara 277'an a Rojnameya Xwebûnê bi maşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ bal kişand ser rewşa li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yê bajarê Helêbê. Mîdya Mîqdet di nivîsa ku ji bo rûpela duyemîn amade kiriye de divê ku ev peymanên ku li nav taxan hatine qebûlkirin encama banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.    Nivîskar Ciwan Îbrahîm ji bo rûpela duyemîn ango Rûpela Jinê bi sernavê ‘Di wêjeyê de rista jinan’ der barê rola jinan a di parastina wêjeyê de nivîsiye.    Di rûpela hevpeyvînê de Bedran Çiya Kurd behsa hikûmeta nû ya li Sûriyeyê dike û divê hemû pêkhate di nav Sûriyeya nû de pên parastin.    Adar Jiyan di rûpela wêje û ziman de bal dikşîne ser girîngiya ziman û zanîna peyvan.   Di rûpela 6'an de H. Halît Alaçati, Felemez Ûlug û Ramazan Olçen der barê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û giringiya vê bangê de nivisine.  Kurdistan Lezgiyeva jî di nivîsa xwe de cih daye cudahiyên di navbera sosyalizm û komunîzmê de.   Dr. Rodî Zinar ji bo rûpela 8emîn bal dikşîne ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dubarekirina di nav siyasetê de. Her wiha Prof. Dr. Abdullilah Polat jî ji bo heman rûpelê der barê mîtolojiyê û bandora wî ya li ser derûniyê nivîsandiye.    Di rûpela 9'emîn de ango rûpela Kirmanckî de der barê banga Rêberê Gelê Kurd û dorhatina dewletê de nûçe hatiye amadekirin û ji bo meşa ciwanan analîz hatiye nivîsandin.    Di rûpela çandê de Siesta Mîlano der barê feylesof Spînoza û peyva Xweda de nivîsek amade kiriye.    Di rûpela dîrokê de dîroknas Dr.Îsmet Konak bi sernavê ‘Mîrîya Erdelanî (1169-1867)’ behsa Mîrektiya Erdalanan dike.