Xebatên lêgerîna ji bo jina winda didomin 2025-04-13 18:01:18   COLEMÊRG –Li Colemêrgê jina bi navê Feleknaz Keskîn ku 4 roje agahî jê nayê girtin û xebatên lêgerîna ji bo jina winda didomin.   Li taxa Pîrodan a Colemêrgê jina bi navê Feleknaz Keskîn ya 60 salî ji 10’ê nîsanê de ye agahî jê nayê girtin. Bi armanca dîtina Feleknaz Keskîn xebat hatin destpêkirin û 4 rojin xebat didomin. Ligel ekîbên avê, yên AFAD, cenderme, polîs, ekîbên îtfaye û dildaran xebatan didomînin. Ligel Çiyayê Zapê li daristan û bejahiyê jî xebat didomin.