Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin 2025-04-16 09:02:35   RIHA-Hevseroka OHD’a Rihayê Gul Fehîme Bînîcî da zanîn ku mafên serereke yên jiyanê yên girtiyan tê bipêkirin û daxuyakirin ku divê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bên çareserkirin.   Girtiyên siyasî bi binpêkirinên mafan yên dijmirovahiyê re tên rû hev. Polîtîkayên dijdemokratİk yên li ser girtiyan pêk tên, mafên esas yên jiyanî yên girtiyan tune dike. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya rihayê Gul Fehîme Bînîcî der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de nirxandin kir.   Parêzer Gul Fehîme bînîcî balkişand ser binpêkirinên mafan ên girtîgehan û got: “Em dizanin ku mafê hêviyê, mafê tenduristî û ragîhandinê û mafê zimanê dayik^etê bipêkirin. Ev ji berê de didomin û her diçin giran dibin.Ji bilî van binpêkirinên mafan yên l dijî rêgeha wekheviyê pêk tên.”   ‘Ev hemû qedexeya pêkanînên îşkenceyê binpê dikin’   Gul Fehîme Bînîcî daxuyakirin ku binpêkirinên mafan di serî de li Îmraliyê û girtîgehên ewlehiya bilind li girtiyên siyasî pêk bên. Gul Fehîme Bînîcî ev tişt anî imzan: “Binpêkirinên li girtîgeha Îmrali û ewlehiya bilind wekhevin. Bi van binpêkirinên mafan, mafê hêviyê tê sînorkirin. Mafê ziman, agahî girtin, hevdîtin û lêgerînê. Bi awayekî tund lêgerîn tên kirin. Dema lêgerînan de qadên taybet li ber çavan nayên girtin. Ev hemû qedexeya binpêkirina îşkence û pêkanînên nebaş binpê dike. Em dizanin ku ev pêkanîn kêfîne û li dijî rumeta mirovahiyê ne. Divê îdare qadên taybet yên girtiyan li ber çavan bigire.”   ‘Girtî ji bo biçin nexweşxaneyê sewqkirinê naxwazin’   Gul  Fehîme Bînîcî wiha bi lêv kir: “Girtî di dema sewqkirina nexweşxaneyan de pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê naxwazin biçin nexweşxaneyan. Li girtîgehan dermankirinên rutîn nayên kirin. Ji ber vê rewşa girtiyan giran dibe. Di raporên me û ÎHD’ê yên berê de jî ev tê dîtin. Tu tiştekî hatiye guhertinê tune ye. Di sewqkirinan de girtî pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê naxwazin sewqê girtîgehê bên kirin. Rewşa wan giran dibe. Ev jî binpêkirina maf e. Mixabin girtiyên rewşa wan giran hene. Krîza dil derbas dikin.”   ‘Binpêkirinên mafan her diçin giran dibin’   Gul Fehîme Bînîcî  nirxandina xwe wiha domand: “Di dema sewqkirina de bi kelepçeyê dibin. Ev li dijî rumeta mirovahiyê ye.  Bi wesayîtên rîngê dibin. Bi saetan di rîngê de didin sekandin. Ji ber qelsiya xebatkarên tenduristiyê yên li girtîgehan rewşa girtiyan girantir dibe.”   ‘Kovar û pirtûkên Kurdî nadin girtiyan’   Gul Fehîme Bînîcî balkişand ser nedayîna pirtûk û kovarên Kurdî û wiha vegot: “Van pirtûkên bi zimanê dayikê hatine nivîsîn nadin. Li koxuşan mafê hevdîtina bi dîmen a bi malbatan re heye lê vî mafî nadin girtiyên siyasî.Ji bo girtiyên edlî ev maf heye heta 30 deqe saetekê ev maf heye. Lê ji bo girtiyên siyasî tuneye. Ji bo girtiyên siyasî tenê hefteyê carekê 10 deqe mafê hevdîtina telefonê heye. Ev hemû li dijî azadiya ragîhandin û agahiyan a di destura bingehîn û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye.”   ‘Naveroja cezayên dîsîplînê vala û bê bingehin’   Gul Fehîme Bînîcî balkişand ser cezayên dîsîplînê yên bi kêfî li girtiyan tê birîn û daxuyakirin ku naveroja van cezayên dîsîplînê vala û bêbingehe.    Gul Fehîme Bînîcî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên jin hîn zêdetirin. Hemû pêkanînên me rêz kirin li girtiyên jin jî pêk bên. Lê binpêkirinên li ser girtiyên jin bi vê sÎnor nînin. Ji ber jinin rastî helwesta zayendperest tên.  Nêzîkariyên xebatkarên girtîgehê zayendperestin. Dema lêgerînan de em dikarin vê bêjin. Hewcedariyên taybet yên jinan li ber çavan nayên girtin. Mixabin binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên jin hîn zêdetirin.”