Dema hevdîtina bi wezaretê re wê hefteya bê diyar bibe 2025-04-17 10:59:51   ENQERE - DEM Partiyê ragihand ku dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Wezareta Edaletê re wê hefteya bê diyar bibe.   Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ragihandibû ku hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re ku wê sibe pêk bihata, hate taloqkirin.   Di daxuyaniya DEM Partiyê de hate gotin, "Hevdîtina ku roja Înê wê di navbera Wezîrê Edaletê û Heyeta Îmraliyê de bihata kirin, ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û serdana rêveberên partiya me ya li nexweşxaneyê hate taloqkirin. Hefteya bê gava ku dema nû ya hevdîtinê diyar bû wê bê parvekirin."