Li dijî tundiyê daketin qadê 2025-04-17 14:00:44   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê û Şaxa SESê ya Amedê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê ya di Qada Tenduristiyê û salvegêra kuştina bijîşk Ersîn Arslan, daxuyanî da û êrişên li ser bijîşkan şermezar kir.   Platforma Tenduristiyê ya Amedê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) ya Amedê bi boneya “Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Qada Tenduristiyê” û salvegera kuştina bijîşk Ersîn Arslan, li pêşiya Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê daxuyanî dan. Platformê têkildarî kuştina Bijîşk Ersîn Arslan ê di 2012an de li Dîlokê hatibû kuştin bertekên xwe anîn ziman. Di daxuyaniya de nûner û rêveberên Şaxa SES'ê ya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê, Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) ku pêkhateyên Platformê ne û kedkarên tenduristiyê tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê bijîşkan pankartê bi nivîsa “Em naxwazin bimrin, em dixwazin bijîn û mirovan sax bikin” vekirin û dirûşme Em ê bi “Berxwedanê bi serbikevin” berzkirin.   Paşê Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen axivî û diyar kir ku 13 sal berê hevalekî wan di êrîşê de jiyana xwe dest da û got: “Em dixwazin makezagon bên guhertin û suçdar êdî bên darizandin.”   Sekretara Jinan a Şaxa SES'ê Îlknûr Ayîk daxuyaniya xwend û wiha got: “Em tundiya li ser bijîşkan qet qebûl. Em tundiya li ser bijîşkan û li ser civakê qebûl nakin. Em rêveberên nexweşxaneyê û xizmên nexweşan re rastî tundiya dibî. Desthilatdar ji bo kêmasiyên xwe veşêre me dike hedef. Divê herkes mafê xwe yê sereke bi dest bixe.”   ‘Em ê di nav berxwedanê de bin’   Îlknûr Ayik bibîrxist ku heta tundî hebe berxwedana bijîşkan jî dê hebe û wiha got: “Dixwazin tundiyê rewa bikin. Lê em qebûl nakin. Em bang dikin û dibêjin em tu carî tundiya li ser bijîşkan erenî nabînin. Em di şaxsê bijîşk Ersîn Arslan de hevalên me ye ku li ser karê xwe de hatine kuştin bibîr tînin. Em soz didin ku ji bo avakirina sistemeke ji bo berjewemendiya gel û kedkarên bijîşkan berxwedana xwe bilind bikin. Heta ku em mafê xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”